Li Besta, Cûdî û Gabarê qedexeya dagirkeran

Rayedarên delweta Tirk li Şirnexê 11 qadên navbera herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê li çûn û hatinê qedexe kirin. Li heman herêman demeke dirêj e talana xwezayê jî dewam dike.

Walîtiya li Şirnexê 11 qadên navbera herêma Bestsa û çiyayên Cûdî û Gabarê ku talana xwezayê lê dewam dike weke 'Herêma ewlekariya demkî' ragihand û ji bo 15 rojan çûn û hatin lê qedexe kir.

Herêmên ku hatine qedexekirin: Çiyayê Gabarê, Çiyayê Cûdî, herêma Besta, Kûrt Dagi, Kelamemê, Donmezler, Kovankaya, Textereş, Încebeldaglari, Altindaglari û Oymakaya.