Li Berlîn, Viyana û Amsterdamê dewleta Tirk hat şermezarkirin

Komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li Ewropayê tên şermezarkirin. Li paytexta Elmanya Berlînê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li paytexta Hollanda Amsterdamê çalakî hatin lidarxistin.

Komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li Ewropayê tên şermezarkirin. Li paytexta Elmanya Berlînê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li paytexta Hollanda Amsterdamê çalakî hatin lidarxistin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê Kurd, bi çalakiyên girseyî tê protestokrin. Rêzeçalakiyên ji 15'ê Sibatê û vir ve destpê kirine her roj tên lidarxistin. Duh li Breîtscheîdplatzê ku weke Dêra Hilweşiyayî tê naskirin, çalakiyek hat lidarxistin. Girseya gel a li vir li hev civiya bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Panzerên Elman ji Kurdistanê bicehimin" û "Bijî piştgiriya şoreşgerî" komkujiyên ji aliyê Erdogan ve tên kirin, her wiha bêdengiya Elmanya û Ewropa ya li pêşberî van komkujiyan şermezar kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hatin şermezarkirin. Di çalakiya li Stephansplatzê de bal hat kişandin ser qetilkirina bi sedan sivîlan li Cizîrê, ku bi xwînxwarî hatin kuştin û bêdengiya Ewropayê hat şermezarkirin. Qisekeran her wiha bang li hemû welatparêz, şoreşger û demokratan kirin ku beşdarî çalakiya nobedê ya li ber parlamenta Awûstûryayê ya navbera 22-27'ê Sibatê bibin.

AMSTERDAM

Komkujiyên dewleta Tirk dike, li bajarê Hollanda Amsterdamê jî hatin şermezarkirin. Di çalakiya li stasyona centraal a Amsterdamê de êrîşên dewleta Tirk hatin lenetkirin û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujerê zarokan Erdogan", "YE fînanse dike, Tirkiye bombe dike" hatin qîrîn.

...