Komek Kurd li ber Qesra Spî ya li paytexta DYA Washingtonê li hev civiyan û terora polîsên Tirk a di mîtînga 14’ê Tîrmehê de protesto kirin. Girseyê hewldanên rêveberiya Obama ya ji bo firotina balefirên bê mirov ên bi çek ên Predator, protesto kirin.
Di xwepêşandana ji aliyê Komeleya Kurdan a New York , Civata Kurdan a New England û Civata Kurdan a Washingtonê ve hat lidarxistin, de nunerê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Sînan Onal jî amade bû.
Xwepêşandana li ber Qesra Spî, li gorî saeta herêmê di 13.00 dest pê kir û bi qasî du saetan berdewam kir. Di xwepêşandanê de êrîşên hovane yên dewleta Tirk li dijî xwepêşandana di 14’ê Tîrmehê de li Amedê pêk anî bi tundî hate şermezarkirin.
Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku lidaxistina xwepêşandanên demokratîk yek ji nirxên sereke yên civakên demokratîk eû hat diyarkirin ku hikûmeta Tirk a ku dibêje ew demokratîk e, bi awayeke dijwar êrîşê zarok, jin, pîr û kalan kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin polîsên Tirk êrîş birin ser parlementer û şaredarên Kurdan û hin mînakên terora hikûmeta AKP’ê ya li hemberî Kurdan pêk anî, weke mînak hatin nîşandan.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li hikûmeta Tirk kir ku ji nû ve hevdîtinan bide destpêkirin û Ocalan serbest berdin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê dewlet her ku diçe zêdetir otorîter dibe û êdî dem hatiye rûyê rast ê dewleta Tirk were aşkerekirin.
Kurdan bang li rêveberiya Washingtonê kir ku rêya çareseriyê ya hevdîtin û muzakereyan nîşanî Tirkiyeyê bide û ji rêveberiya Obama hat xwestin ku firotina çekan bo Tirkiyeyê rawestîne.
Xwepêşandana Kurdan saet di 15.00 de bi xwendina sîrûda Ey Reqîb bi dawî bû. Tevî Kurdên Bakûr, ji Rojhilat, Başûr û Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî gelek kes beşdarî xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandêran bi dirûşiman piştgiriya xwe ya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re nîşan da.