Li ber parlamentoya Norveç çalakiya rûniştinê

Li ber parlamentoya Norveç çalakiya rûniştinê

Li paytexta Oslo ya Norveç Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser pêşveçûnên li Kobanê çalakiyeke rûniştinê pêk anîn.

Kurdistaniyên ji saet 20.00’an ve li ber parlamentoyê kom bûn ji bo balê bikşînin ser pêşveçûnên li Kobanê starta çalakiya rûniştinê dan.

Çalakiya Kurdan a bi rêya înîsiyatîfa tevna civakî belav dikin her diçe hejmara çalakvanan zêde dibe. Televîzyonên Norveçê jî cih didin çalakiyê.

Çalakgeran diyar kirin ku eger pêwîst bike wê heta sibehê jî çalakiya xwe bidomînin.