Li ber Girtîgeha Amedê çalakî!

Li ber Girtîgeha Amedê çalakî!

Endamên Diyar TÛAD-DER ji bo bal bikişînin ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û rewşa girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D çalakî li dar xist.

Endamên Diyar TÛAD-DER'ê ji bo bal bikişînin ser tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û rewşa girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta "Ji tecrîdê re na ji girtiyan re azadî" hate vekirin de li ser navê komê Hasan Aykan daxuyanî xwend. Aykan da zanîn ku nêzî salekî ye ji Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan agahî nayê girtin û destnîşan kir ku, dewlet dixwaze tecrîdê rewa nîşan bide.

Aykan wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurde û di çareseriya pirsgirêka kurd de yekane muxatabe. Nêzîkatiya li hemberî Birêz Ocalan nêzîkatiya li hemberî gelê kurd nîşan dide. Ji ber vê yekê tecrîda ku tê meşandin nayê qebûl kirin. em qedexekirina mitînga 14'ê Tîrmehê şermezar dikin."

Aykan da zanîn ku, nêzî 2 mehane wekî TÛAD-DER'ê bang li hukumetê dikin, lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn û wiha pê de çû: "Berpirsyarê gengeşiya ku li Tirkiyeyê ji ber operasyonên qirkirina siyasî pêk tên hukumete. Bila bê zanîn ku ev polîtîkayên tê meşandin gelek caran hatiye ceribandin û tu encam nedaye. Girtiyên nexweşên bi zanebûn dişînin mirinê."