Li ber Fermandariya Giştî ya Cendermeyan çalakiya çekdarî

Li ber Fermandariya Giştî ya Cendermeyan çalakiya çekdarî

Kesê bi navê M. A ku got ‘ez nerazî me li ber Fermandariya Giştî ya Cendermeyan çalakiya bi çekdarî pêk anîn hate binçavkirin.

Pisporê Çawiş M. A li ber Fermandariya Giştî ya Cendermeyan çalakiya çekdarî pêk anî. Di destekî wî de çek û di destê din jî bîdonê benzîn li ber têketina nîzamiyeya fermandariyê, bi çeka xwe gulebarand. M. A bi mudaxalaya ekîba cendermeyên sivîl hate binçavkirin.

M.A saet di 11.45’an de dema gulebarand, ji bo ewlehiya herêmê rê li trafîk û welatiyan hate girtin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku leşkerên li ber nîzamiyê demekê bi kesê di destê wî de çek hebû îkna kirine.

M.A yê ku çek dananî, ekîbê cendermeyan mudaxele kir. Hate hînbûn ku çalakger gotiye ‘Ez bi bertekim, ji ber wê min wisa kiriye’. M.A hate binçavkirin.

Fermandairya Giştî ya Cendermeyan jî daxuyaniyek nivîskî da û got ku M.A li Fermandariya Cendermeyan a navçeya Polatli ya Enqrerê çawişê pisore. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku ev kes ji be pirsgirêkên psîkolojîk tedwiyê dibîne.