Li paytexta Franse Parîsê Kurdistaniyan bi boneya protestokirina terora polîsên Tirk a li Amedê û tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Birca Eyfelê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidexistin, endamên komîsyonên çandî yên komleyên Kurdan ên li Parîsê li ber Birca Eyfelê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Kurdistanî bi kincên neteweyî ve dest bi çalakiyê kirin. Çalakgeran agahî dan ANF’ê û diyar kirin ku ew bi boneya protestokirina terora polîsên Tirk a li Amedê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev çalakî li dar dixin.
Çalakiya rûniştinê ya li rastî eleqeyek mezin tê berdewam dike.