Li Basel û Brukselê bîranîna şehîdan
Li bajarê Swîsre Baselê û li paytexta Belçîka Brukselê, cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.
Li bajarê Swîsre Baselê û li paytexta Belçîka Brukselê, cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.
Li bajarê Swîsre Baselê û li paytexta Belçîka Brukselê, cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.
BASEL
Li bajarê Swîsre Baselê, di merasîma ji aliyê malbatên şehîdan ve hat lidarxistin de, tevî malbatên şehîdan gelek Kurdistanî made bûn. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser girîngiya şehîdan ji bo têkoşîna azadiyê û ji bo bîranîna şehîdan helbest hatin xwendin. Malbatên şehîdan bîranînên şehîdan vegotin û hesreta xwe bilêv kirin. Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
Di vê navberê de malbatên şehîdan, ji bo merasîma girseyî ya bîranîna şehîdan a 22'ê Mijdarê roja Yekşemê li Zurîchê saet di 13:00 de pêk were, banga beşdariyê kirin.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê, ji bo bîranîna şehîdên Rojava, Enqere û Pirsûsê şevek hat lidarxistin. Di şeva ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de nûnerê SGDF axivî.
Nûnerê SGDF diyar kir ku şerê qesrê bi komkujiya li Pirsûsê re destpê kiriye, dûre dewam kiriye û got, "Desthilatdariya qesrê ancax bi têkoşîna ciwanan û gelan a hevpar dikare bê hilweşandin û em ê vê bi ser bixînin." Piştî axaftinê Civata Muzîkê ya Sarya derket ser dikê û konserek da.
Li ser navê ESP'ê jî Çîçek Otlû peyivî û got, "Dilsoziya bi bîranîna şehîdên me re dilsoziya bi têkoşîna wan re dibe. Em bîranîn şehîdên Pirsûsê parve dikin û soza dilsoziya bi têkoşîna wan re didin."
Di axaftina li ser navê MLKP de hat ragihandin ku têkoşîna şoreşê berdêlên gelekî giran daye û hat gotin, "Ji bo dilsoziya bi cangoriyên xwe yên li Enqere, Pirsûs û Rojava winda kiriye, divê em xewn û xeyalên wan bi cih bînin. Em ê rojekê ji sedî sed faşîzmê têk bibin."
Şeva bîranînê bi hunera koma muzîkê ya Vardiya dewam kir.
Alîgirên Kolektîfa Şoreşger a Fasê û Partîzan li şevê peyivîn û peyama piştgiriya şoreşgerî dan.
Leman Sthen jî bi stranên xwe yên ji her zimanî, reng da şevê û strana xwe ya ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla çêkirî, pêşkêş kir.