Li Aydin û Êlihê gelek kes hatin destgîrkirin
Li navçeyên Aydin û Êlihê gelek Kurd hatin destgîrkirin.
Li navçeyên Aydin û Êlihê gelek Kurd hatin destgîrkirin.
Rejîma AKP'ê li navçeyên Aydin û Êlihê operasyonên qirkirina siyasî pêk anî û zarok jî di nav de gelek Kurd destgîr kir.
AYDIN
Li navçeyên Efeler û Koşk ên Aydinê, di serdegirtinên serê sibehê de nêzî 30 kes hatin destgîrkirin ku endamên HDP'ê jî di nav de hene. Hate ragihandin, kesên hatine destgîrkirin ku zarok jî di nav de ne, ji ber ku di Newrozê de nîşaneya serketinê kirine hatine destgîrkirin. Navê çend kesên hatin destgîrkirin: "S. Şimşek (16), M. Aktavşan (17), S. Guler (17)."
ÊLIH
Li navçeya Hezo ya Êlihê jî leşkerên Tirk avêtin ser 2 gund û 2 taxan. Li Gundê Nû Serkan Altan, li gundê Aynhîsanê gundiyê bi navê Zekî, li taa Gazê Topê Nair Barlik û li taxa Tepecîkê jî Aydin Ariturk hatin destgîrkirin. Her çar kes birin Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Êlihê.