Li Awisturyayê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Li Awisturyayê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Li Awisturyayê bajarê Innsbruckê 28’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi atmosfera mihrîcanekê pêk hat.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, 28’emîn salvegera 15’ê Tebaxê pîroz dikin. 15’ê Tebaxê li bajarê Innsbruckê yê Awisturyayê li navenda bajêr bi mitîngekê hate pîrozkirin. Qada şahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û PYD’ê hatin xemilandin.

Ji rêveberên Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Awisturyayê FEYKOM’ê Mulkiye Kadan di daxaftina kir de bal kişand ser girîngiya 15’ê Tebaxê û têkoşîna jinên Kurd silav kir. Rêxistina bi navê Partîzan jî piştgirî a çalakiya Kurdan û bi navê wan jî axaftinek hate kirin.

Piştre hunermendên Kurd Koma Peyman, Sîlbus û Tarî, Çetîn Oraner û Seherdo derketin ser dike. Kurdistaniyan li ber dahûl û zirneyan govend gerandin.