Li bajarê Hagen a Almanyayê bi daxwaza ‘Ji Ocalan re Azadî’ çalakiyek bi karwanê wesayîtan hat lidarxistin, li Frankfurtkê jî bi boneya balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan, li navenda bajarê hucreyeke sembolîk hat danîn. Li bajarên Helsinborg û Malmo yên Swêdê jî Kurd çûn serdana saziyên açapemeniyê û partiyên siyasî.
HAGEN: Bi boneya yekemîn salvegera tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek bi karwanê wesayîtan li dar xistin. Nêzî 40 wesayît beşdarî karwan bûn û di çalakiyê de posterên Ocalan hatin hilgirtin û dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re hatin qêrîn. Çalakiya ji aliyê Navenda Çanda Kurdan ve hat lidarxistin bi qasî saetekê berdewam kir.
Di çalakiyê de daxuyaniya Înîsiyatîfa Gel a Hagenê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta ew negihin azadiya Ocalan û Kurd nebin xwedî statuyeke siyasî çalakiyên wan dê berdewam bikin. Înîsiyatîfê bang kir ku her kes beşdarî meşa ku dê îro li Dusseldorfê bê lidarxistin kir.
FRANKFURT: Bi boneya protestokirina tecrîda li ser Ocalan, nêzî 70 kes meşiyan navenda bajarê Frankfurtê. Di çalakiyê de hucreyeke sembolîk hat hilgirtin û axaftinên der barê tecrîda li ser Ocalan de hatin kirin. Kurdan di çalakiyê de belavok belav kirin û çalakî bi qasî saetekê berdewam kir. Çalakiya Kurdan li rastî eleqeya kesên li derdorê hat.
Dê îro jî li Bochunhaimde Warte ya li navenda bajêr meşek bê lidarxistin û tecrîd dê bê protestokirin.
HELSINBORG/MALMO: Li bajarên Heslinborg û Malmoyê jî Kurdan bi boneya balê bikişînin ser zextên li Kurdistanê û tecrîda li ser Ocalan, çûn serdana saziyên çapemenîyê û partiyên siyasî. Kurdan xwestin ku li hemberî vê tecrîda ne rewa ya hikûmeta AKP’ê ya bibin xwedî helwest.
Komeleya Jinên Kurd a Navneteweyî li bajarê Heslînborgê çûn serdana Televzîyona Dewletê ya Swêdê (SVT), “TV 4”, “TV 4”, “Helsinborg Dagsbladet”; “Helsinborg City û buroyên partiyên siyasî yên weke “Partiya Moderat””Partiya Gel”, “Partiya Karker a Sosyal- Demokrat a Swêdê” û parlementerên çepgir.
Kurdan di hevdîtinan de diyar kirin ku zêdetirê 3 milyon Kurd Ocalan weke vîna xwe ya siyasî qebûl kiriye û dosyayek der barê tecrîd û zextên dewleta Tirk ên li ser Kurdan de pêşkêşê nunerên partiyan kir. Partiyên siyasî soz dan ku mijarê bibin rojeva parlemento û çapeminiyê.