Duh êvarê li Komara Xweser a Adigey li gundê Sadovîy kurd hatin cem hev û salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Pîrozbahî li Komeleya Çanda Agirî pêk hat. Bernameyên bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî sînevîzsyoneke ku xebatên perwerdehiya gerîlayan vedigot hate nîşandan. Koordînasyona Rêxistina Civaka Sîvîl a Kurd ya Komara Xweser a Adigey Feyzo Huseyîn diyar kir ku derketina gerîla û destpêkirina têkoşîna çekdarî ji bo domandina hebûna kurdan gelek girîng e û wiha got: “15’ê Tebaxê jib o Kurdan cejna herî mezine. Em li hemberî şehîdan bi hurmetin. Her wiha em tecrîda giran ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin.”
Piştî axaftinan pîrozbahî bi tevlibûna gelek kurdan pêk hat. Hunermendên kurd yê Ermenîstanê Dilovan ji Ewropayê tevli bernameyê bû. her wiha hunermend Evînar jî stranên xwe pêşkêş kir. Komên reqsê derketin ser dikê. Gel li ber stranan govend gerand.