Li Êlihê 3 kes hatin girtin

Di serdegirtinên rojên borî yên li navçeya Hezo û navenda Êlihê hate kirin de ji 8 kesên hatibûn destgîrkirin 3 kes hatin girtin.

Ji 8 kesên di serdegirtina malan a 25’ê Nîsanê ya li navçeya Hezo û navenda Êlihê de hatibûn destgîrkirin piştî destgîrkirina 4 rojan û şûnde sewqî edliyeyê kirin. Serkan Altan, Mehmet Zekî Bûlût, Sadûllah Karabaş, Aydin Kogmen, Mehmet Tahîr Ekîncî, Mehmet Veysî Çare, Naisr Balki û Aydin Ariturk ên îfadeyên wan hatin girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Ji 8 kesên ku ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ve îfadeya wan hatin girtin Serkan Altan, Mehmet Zekî Bûlût û Sadûllah Karabaş bi îdîaya ‘li gel endambûna rêxistinê bi daxwaz û zanîn alîkarîkirina rêxistinê’ hatin girtin û 5 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.