Leşkerê 4 mehî reda xwe ya wijdanî aşkera kir

Leşkerê 4 mehî reda xwe ya wijdanî aşkera kir

Leşkerê 4 mehî Îsmaîl Gokhan Guneş diyar kir ku, leşkerî ji derveyî baweriya wî ye û reda xwe ya wijdanî aşkera kir.

Îsmaîl Gokhan Guneşê ku ev 4 mehin leşkerî dikir li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ya Stenbolê bi civîna çapemeniyê reda xwe ya wijdanî aşkera kir. Endamên Platforma Redkariya Wicdanî jî piştgirî dan Guneş. Endamê Platformê Ercan Aktaş bal kişand li ser mirinên leşkeran û diyar kir ku, her roj ew bi darbestan şiyar dibin. Ercan anî ziman ku, tevî ku her roj mirov dimirin jî wekî ku mirov ne perçeyek ji vî şerî bin, tê tevgerkirin.

'HER ROJ HINEK JI ME KÊM DIBIN'

Aktaş destnîşan kir ku, yên jiyana xwe winda dikin, Mehmet be jî , Azad û Zîlan bin jî ji nava hinek ji wan kêm dibin û got; "Ji bo ev mirov nemirin em bûn redkarên wicdanî û em redkariyê diparêzin. Mirov mirinê heq nakin."

Îsmaîl Gokhan Guneş jî diyar kir ku, ji ber baweriya xwe ya olî ew dê leşkeriyê neke û wiha axivî: "Kesayet û qerekterê min ne li gorî çek, tundî, leşkerî û şere. Nirxên min yên jê bawer dikim û ji ber ez mirovim, min dawî li leşkeriya xwe anî. Ez dê tu caran çekê negirim destê xwe û cilên leşkerî li xwe nekim. Ez dê tu caran stûyê xwe li ber pêkûtî û tundiyê xwar nekim. Yekane referansa min dê baweriya min be, lewma ez reda xwe ya wijdanî aşkera dikim."