Le Monde: Li Tirkiyeyê azadî di girtîgehan de ye

Le Monde: Li Tirkiyeyê azadî di girtîgehan de ye

Rojnameya mezin a Frensî Le Monde nivîseke bi sernavê “Li Tirkiyeyê azadî di girtîgehan de ne” bi îmzeya zêdetirê 50 lêkolîner, nivîskar û profesorên zanîngehan weşand. Di nivîsê de hat diyarkirin ku her diçe rêya azadiyê berfirehtir dibe û hat gotin; “Divê Ewropa di demek zû de xwe bigihîne vê zanebûnê.”

Nivîs ji aliyê tevî Midûrê Dibistana Lêkolînên Bilind a Zanîstên Civakî (EHES), zanyarê siyasetê Hamît Bozarslan, profesorê EHES’ê Vincent Duclert, Rêveberê Navenda Lêkolînên Neteweyî yên Zanînstî Jean-François Bayart, Ji Zanîngeha Strasbourgê lêkolîner-hîndekar Samim Akgönül û dîrokzanê Tirkiyeyê Etienne Copeaux, zêdetirê 50 kesayetan ve hat nivîsandin.

Di nivîsê de tê gotin hikûmeta AKP’ê li hemberî mamosteyên zanîngehê, lêkolîner, weşanger, xwendekar û rojnamevanan zextan pêk tîne û dibêje; “Girtinên girseyî, di nava derdorên demokrat de tirsê dike serdest. Edalet, ji ber sucên neyî bi mehan an jî bi salan bersucan di girtîgehan de dihêlin. Roja duşemê li hemberî dozek (193 bersuc) mezin a siyasî ya li hemberî tevgera Kurdan a sivîl pêk tê.”

Di nivîsê de tê destnîşankirin ku azadiyên lêkolîn û perwerdehiyê jî pir ziyanan dibînin û bal dikişîne ku akademîsyen Buşra Ersanli di çarçoveya vê doza KCK’ê de hatiye girtin.

Di nivîsê de tê diyarkirin ku tawanbarkirinên li hemberî Ersanliyê li hemberî bi hezaran xwendekaran jî tê kirin û bi bîr dixe ku 771 xwendekar girtî ne, piraniya vana jî endamên baskê ciwanan ên BDP’ê ne. Di nivîsê de tê diyarkirin ku zêdetirê hezar xwendekarên dibistanên amadeyî jî girtî ne û bi awayeke sîstematîk di asta zanîngehan de jî li hemberî azadiya lêkolînê zext û gef hene.

Di nivîsê de tê gotin ku di çarçoveya pênaseya berfireh a “terorê” de hemjaram girtiyan ji sedî 250 zêde bûye. Di nivîsê de balê dikişînin ser Komkujiya Girtîgeha Rihayê jî û diyar dike ku di girtîgehan de ji kapasîteya wan zêdetir girtî tên bicihkirin.

Di nivîsê de wiha tê gotin; “tevahiya van azadiyan bi biryarên keyfî tên binpêkirin, ev yek jî rûyê otorîter ê AKP’ê û gumanên ji bo dahatûya civaka sivîl a Tirkiyeyê nîşan dide. Ji ber mezinbûna aboriyê, hin aliyê dîplomatîk, çapameniya navneteweyî Tirkiyeya Serokwezîr Erdogan weke modela Rojhilata Navîn îlan dikin û çavê xwe li hemberî zextên li ser azadiya gelemperiyê, siyasî û rewşembîriyê digirin. Em niha ji AKP’ya ku beriya 10 salan weke qehremanê demokrasiyê hat îlankirin, pir dûr in.”