Le Figaro: Kurd ber bi xweseriyê ve diçin

Le Figaro: Kurd ber bi xweseriyê ve diçin

Piştî rojnamey Le Monde ya Fransî, rojnameya Le Fîgaro jî bi sernnûçeya “Kurd ber bi xweseriyê ve diçin” nûçeyek weşand û bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê.

Di nûçeya bi îmzeya Georges Malbrunot hatiye weşandin de hat gotin: “Kurdên Suriyeyê ku ji sedî 10 şêniya Suriyeyê pêk tînin, wekî birayên xwe yên li Iraqê ku di sala 2003’an de li gel hilweşîna desthilatiya Saddam gihiştibûn azadiya xwe, li gor rizgarbûnê tevdigerin.” Di nûçeyê de tê gotin ku bajarên li Bakurê Suriyeyê yek bi yek dikevin destê kurdan.”

Rayedarekî kurd Xalid Îsa ku li Parîsê sirguniyê dijî dibêje ku ne tenê Qamişlo, gelek navçe û bajarên din ketine destê gel. Rojnameyê nivîsî ku di navbera hêzên muxalîf û rejîma Esed de şerekî dijwar diqewme lê li aliyê kurdan beyî tundî ev bajarene ketine destê kurdan.

Xalid Îsa got, “Gelek rêyên Qamişlo di bin kontora kurdan de ne. Rayedarên PYD’ê jî ji bo rêveberiyê ji bo muzakereyan qazid şandine. Ditirsin lê em ji wan re dibêjin bila netirsin. Em tiştek bi wan nakin.”

Le Figaro diyar dike ku kurdan ji Rejîma Beasê xwestiye ku Qamişloyê biterikînin û van tiştan destnîşan dike: “Lê ji karmendan xwestin ku vegerin ser karê xwe. Ev yek ji bo tu valahî çênebe ye. Lê ji bo ewlehiyê ‘Yekîneyên Parastina Gel’ hatine avakirin.” Rojnameyê di berdewamê de Peymana Hewlerê ya di navbera hêzên kurdên Suriyeyê de hatiye îmzekirin jî bibîr xist û got ku kurd bi avayekî bi sebir rêxistinên xwe ava dikin.

Rojname diyar dike ku Kurdên Suriyeyê wekî Kurdên Iraqê ji bo serxwebûnê tevnagerin û van gotinên Îsa radigihîne: “Modela me ne serxwebûne, xweseriya demokratîk e.”

Rojname dibêje ku Enqere daxwaza xweseriyê qebûl nake û cih dide gotinên rayedarên kurd yên wekî “Tirkiye li hemberî me eşîrên ereb sor dike”