Kurkçu serdana malbata gêrîla Keskîn kir

Kurkçu serdana malbata gêrîla Keskîn kir

Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî di nav de gelek BDP'yî malbata gêrîlayê Şukru Sezer (Keskîn Suruç) ziyaret kirin û sersaxiya malbatê xwestin.

Serdanên sersaxiya gêrîla Şukru Sezer (Keskîn Suruç) yê 27'ê Hezîranê di pevçûna li bejahiya navçeya Melezgira Mûşê de jiyana xwe jidest dabû berdewam dikin. Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk, Hevserokên BEDP'a Mêrsînê Musa Kulu û Aynur Aşan, rêvebirên YAKAY-DER, endamên BDP'a Akdenîz, Yenîşehîr, Toros û Tarsusê û rêveberên rêxistina BDP'a Pirsûsê jî di nav de gelek kes konê sersaxiya li taxa Ozgurlukê ji bo Sezer hatiye vedan ziyaret kirin.

Girseya ku ji rawestgeha Kerestelerê heta kon meşiyan bê navber dirûşmeyên wekî; "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vire" û "Bijî Serok Apo berz kirin. Bi sedan jinên ku li konê şînê bûn jî mêvan bi çepik, tîlîlî û dirûşmeyan pêşwazî kirin.

'PIRANIYA TIRKIYE DIXWAZE PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE'

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Ertugrul Kurkçu axivî û diyar kir ku, piraniya Tirkiyeyê êdî dixwaze pirsgirêka kurd bê çareser kirin. Kurkçu got; "Yên ku dixwazin mafên gelê Kurd bê dayîn ji yên dixwazin mafên wan înkar bikin zêdetir in, ketine nava tevgerê û di lêgerîna çareseriyê de ne. Êş nayê telafîkirin. Ji destgirtina mafê jiyanê bi awayeke din nayê îkamekirin. Lê em baş dizanin ku ev gel wekî takekesî li vê meseleyê nanêre. Ji derdên takekesî zêdeetir bi êşên civakekê mijûlbûn tecrûbeyeke mezin dixwaze."

Dayîka gêrîla Keskîn Fatma Sezer jî sersaxiya gelê Kurd xwest û banga bidawîbûna şer. Sezer wiha axivî: "Ez naxwazim leşker jî gerîlla jî jiyana xwe jidest bidin. Divê Ev pirsgirêk çareser bibe, rondikên dayîkan rawestin. Ez sipasiya xwe pêşkêşî gelê me yê xwedî li têkoşîan kurê min derdikeve dikim."