Parlamenterê BDP’ê yê Mersînê Ertugrul Kurkçu, bersiv da rexneyên der barê ku heyeta Şemzînanê bi awayekî plankirî rastî kontrola gerîlayan hatiye û diyar kir ku ev ne plane, meseleya rasthatinê ye. Kurkçu der barê rexneyên hembêzkirin gerîlayan de jî wiha got: “
Parlamenter Ertugrul Kurkç ji rojnameya Radîkalê re axivî û der barê heyeta Şemzînanê ku rastî kontrola gerîla hatin nirxand.
Kurkçu da zanîn ku ew ji bo ku riya wan bê birîn neçûne Şemzînanê û wiha pê de çû: “Dibêjin ev plankirî ye. Gelo çima agahiya min ji vê planê tune. Dema rêya me hate birîn, min ewil ferq nekir. Min got qey qeza pêk hatiye. Karwan gelek dirêj bû. Ez 20 deqeyan di erebeyê de mam. Piştre ez peya bûm. Min dîmen dît. Jixwe dema mirov noqteya kontrolê ya leşkerî derbas dikin her kes dizane ew der cihê gerîla ne. Yanî ji planê wêdetir, rast hatin bû. Dema ez bi van kesan re hatin rû hev ez wisa fikirim; Ew jî zarokên me ne. Em dixwazin ewj jî vegerin jiyanê, bila biçin dibistanênxwe, bila welatekî azad bijîn. Me kesên ku dixwestin em bi hev re jiyanekê ava bikin li pêş xwe dît.”
Kurkçu li ser pirsa ku rexneyên der barê parlamenteram PKK’iyên çekdar hembêz kirine jî wiha got: “Bê guman mirov dema çek hebe hembêz nake, lê dema çek hebe û îradeya xwediyê çekê dibe serdest. Dema me nekaribû riya xwe berdewam bikira û her kes neçar ma gerîlayan guhdarî bike, xuyaye ku înstiyatîf di destê gerîlayan de ye. Huseyîn Aygun jî heman tablo vegot. Lê wêneyên Huseyîn Aygun tune bû. Nêzîkatiya ku ji bo Huseyîn Aygun hatiye nîşandan; Ew ewladên me ne, ji min re gotin bira. Min jî ew hembêz kirin û min maçî kirin.” Ma gelo dema ev hate gotin xerab e. Ev jî zarokên me ne, destên ku dirê we dibin şûnde venekişînin. Wijdana min rehet e.”