Daxwaza parastina bi zimanê dayikê di Doza Parêzeran de jî nehat qebûlkirin. Serokê Dadgehê parastina bi kurdî bi gotinên ‘Bi kurdî axivî, lê nehat fêmkirin’ derbasî girtekan kir.
Di doza parênzerên kurd ku ji ber parêzeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribûn hatin girtin de, wekî doza KCK’ê ya Stenbolê hemû daxwaz hatin redkirin.
Dadgehê got parastina bi zimanê dayikê, redkirina îdianameyê, li dij makeqanûnê ye û ji ber vê yekê jî daxwazên der barê divê ev daraz bê rawestandin jî qebûl nekir.
Di navbera 2-13’ê tebaxê de di Doza KCK’ê ya Stenbolê de ji bo ku îdianame hemû bê xwendin daxwaz hatibû kirin lê hemû hate redkirin.
PARASTINA MUWEKÎLÊ XWE FÊM NAKIM
Parêzer Mustafa Eraslan dest bi parastina kurdî kir. Eraslan wiha got: “Ez girtiyê siyasî me. Min tenê parêzertî kir. Ji bo muvekîlê min tehdît bikin ez hatim girtin.”
Serokê dadgehê ev axaftin wekî ku ‘kurdî axivî lê min fêm nekir’ derbasî girtekan kir. Parêzerê Eraslan got; “Ez muwekîlê xwe fêm nakim. Ji bo parastina wî fêm bikim bila werger bînin”
Eraslan di danişînê de bi kurdî ‘erê’, ‘na’ bersiv da.