Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna sala xwe tije dike. Kurdên li Franseyê dê bi daxwaza azadiya Ocalan dabikevin qadan.
Hevdîtina bir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji 27’ê tîrmeha 2011 ve tê astengkirin. Kurdên li Parîsê dijîn, dê roja 28’ê tîrmehê sat di 14.00 de li “Place Joffre, mur de la paix” kom bibin û bimeşin Ecole Militaire.
Heman rojê dê Kurd li qada Canabiere ya Marsîlya, qada Bellecour a Lyonê, bajarê qada Colombio ya Rennesê çalakî li dar bixin.
Hate zanîn ku dê Kurdistanî çalakiyên xwe bi awayê karwanê wesayîtan li metropolan li dar bixin . Kurd dê li bajarên Toulouse û Bordeaux jî dabikevin qadan.
Dîsa, dê di mitînga 28’ê tîrmehê li ber Konseya Ewropa ya li Strasbourgê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.
Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî, di 28’ê hezîranê de li ber Konseya Ewropayê dest bi çalakiya nobeta bênavber kiribû û çalakî berdewam dike.
Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Franseyê (FEYKA) a ku van çalakiyan organîze dike, banga beşdarbûnê li hemû Kurdên li Franseyê dijîn û dostên wan kir.