Kurdên li Franseyê du dostên xwe wenda kirin

Kurdên li Franseyê du dostên xwe wenda kirin

Derhênerên Fransî Arîel Natman û Parêzer Mîkael Goubîn ku her tim bi kurdan re di nava piştevahiyê de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Derhênerê belgefîlman yê 61 salî Arîel Nathan ku wekî mîlîtanekî çepgir yê Radîkal dihat nasîn di 14’ê Tebaxê de li bajarê Rennes di enama nexweşiya xwe ya giran de jiyana xwe ji dest da.

Serokê Komeleya Dostaniya Bi Kurdan re ya Brotonya Andre Metayer sersaxî xwest û diyar kir ku di sala 1997’an de bi Nathan re ji bo ku kişandina fîlmê bi navê "Kurdistan, je reviens d'un pays qui n'existe pas" (Kurdistan, ez ji welatekî ku tuneye vedigerim) bûye alîkar. Metayer da zanîn ku Arîel ji bo mafên kurdan yên çandî û siyasî her tim di nava piştevaniyê de bû.

Her wiha dîsa di yekê tebaxê de parêzer Mîkael Gubîn di 41 saliya xwe de nişkave jiyana xwe ji dest da. Mateyar der barê Gubîn de jî wiha got: “Mîkael Gubîn dost bû. parêzvanekî gelek jîrbû. Gelek malbatên kurd li vir parast.” Komeleya Dostaniya bi Kurdan re û Mala Gel a Kurd ya Amara jî di 3’ê tebaxê de tevli merasîma cenazê bibûn.