Kurdên li Komara Adigey a Federasyona Rûsyayê dijîn li mala Rêxistina Civaka Kurdan a Adigey a bi navê Agiriyê li hev kom bûn û bi boneya piştgirî bidin têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Ocalan jî hate protestokirin.
Îro Kurdên li Komara Adigey a Federasyona Rûsyayê dijîn li mala Rêxistina Civaka Kurdan a Adigey a bi navê Agiriyê têkoşîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê silav kir. Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonênleşkerî yên artêşa Tirk hatin şermezarkiirn.
Berpirsê rêxistina Kurdên li Adigeya Feyzoyê Huyseyîn daxuyanî xwend û bi navê Kurdên li Adigeyê têkoşîn û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê silav kir. Huseyîn da zanîn ku coşa azadiyê ya li Kurdistanê bandor li hemû Kurdên li her derê çêdike û ji bo her kurdekî dibe cihê dilxweşiyê.
Huseyîn destnîşan kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi şehîdên xwe tê nasîn û diyar kir; “Ev yek encama keda şehîdan û Rêber Apo ye.” Nunerê Kurdan bal kişand ku dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê pirsgirêka Kurd çareser nake, berevajiyê wê zilmê li Kurdan dike û li ser vê re jî êrîşê Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike û destnîşan kir ku ev yek ji bêçaretiya Tirkiyeyê tê.
Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî helwesta dewleta Tirk a li hemberî Rojava da û tecrîda li ser Ocalan û operasyonên leşkerî hatin protestokirin.
Daxuyanî bi dirûşimên; “Bijî Serok Apo, “Bijî Yekitiya Gelê Kurd”, “Bimire Dijminên Gelê Kurd’ bi dawî bû.