Li gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî, şoreşger, demokrat û dostên Elman nehiştin faşîstên Tirk çalakiyan lidar bixin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 11 avrêlê 2016, 07:02
Li gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî, şoreşger, demokrat û dostên Elman nehiştin faşîstên Tirk çalakiyan lidar bixin.
STÛTTGART
Li bajarê Elmanya Stûttgartê Yekîtiya Demokratên Tirk li Ewropayê (UETD), Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB), Komîteya Tirk ya Yenî ya Elmanya (AYTK), Welatparêzên Serbixwe xwestin meşeke faşîst a Tirk lidar bixin. Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Stûttgartê û saziyên bi navê AGÎF, NAV-DEM, AABF, ADHF, ATÎF, SKYP, YXK, Alinterî, Young Strugge, Kizilbayrak ve Bîrkar destûr nedan ev meş were lidarxistin.
Bi qasî 2 hezar demokratên şoreşger nehiştin faşîst bimeşin. 500 nîjadperestên Tirk li pêşberî Stasyona Trenê ya Navendî li hev civiyan. Li Rotebuhl Platzê jî hêzên şoreşger mîtîng lidar xistin. Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr, Hevseroka AABF-BW parêzer Rûhan Karakûl li vir axivîn. Karakûl diyar kir, êdî li Tirkiyeyê mirov bi çar kategoriyan ji hev cuda bûne, yên li krîterên AKP'ê nayên xayin tên îlankirin û got, "Em bi vê xayintiyê re serbilind in.
Piştî mîtîngê ciwan ber bi aliyê komên faşîst ve meşiyan û bi qîrîna dirûşmeyan û bi bez xwe gihandin Schlsoplatzê. Ciwanên şoreşger li navenda bajêr li faşîstên nîjadperest ên Tirk geriyan û dema li vir nedîtin xwestin bimeşîn Konsolosxaneya Tirk. Polîsan li vê derê êrîşî Kurdan kirin.
KÎEL
Li bajarê Elmanya Kîelê jî pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li li Vînnetta Platzê li hev civiyan û polîtîkayên AKP'ê yên qetlîamker û nîjadperest şermezar kirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê li vir axaftin hat kirin û hat ragihandin, AKP hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê dixwaze bi zext, îşkence û komkujiyan re çavên mirovên pêşverû û demokrat bitirsîne. Qisekeran diyar kirin, li Kurdistanê ji aliyê dîktatoriya AKP'ê ve sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û bal kişandin ser bêdengiya Ewropayê. Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên li dijî AKP'ê bi dawî bû.
BREMEN
Li Bremenê ji bo şermezarkirina faşîstan çalakiyek hat lidarxistin. Girseya gel a li ber Stasyona Navendî li hev civiya, ber bi navenda bajarê ve meşiya. Di meşa ku bi qasî 1500 kes amade bûn de dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo", "Terorîst Tirkiye, hevkar Merkel", "Komkujiyên li Kurdistanê biqedînin" hatin qîrîn. Hin faşîstên Tirk xwestin meşê provoke bikin, lê di encama hewldana beşdaran û polîsan de ev provokasyon hat astengkirin. Di çalakiyê de êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî hatin şermezarkirin. Dûre bi armanca pêşîgirtina li faşîzma Erdogan çalakiya nobedê ya sembolîk hat lidarxistin û heta derengiya şevê dewam kir.
HAMBÛRG
Li bajarê Elmanya Hambûrgê jî bi tevlîbûna nêzî 2 hezar kesî, faşîzma AKP'ê hat şermezarkirin. Meşê saet di 15:00 de li taxa Sternschanze destpê kir û heta Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê dewam kir. Piştî meşê girseya gel xwest bikeve nava stasyona Dammtor. Lê belê ji ber ku faşîstan li aliyê din ê stasyonê mîtîng lidar dixistin, polîsan nehiştin. Bi qasî 1300 polîs li vê derê tevî hest, TOMA û helîkopteran tedbîrên ewlekariyê girtin. Çalakgerên nekarîbûn bikevin stasyonê vegeriyan taxa Sternschanze. Lê belê ji ber êrîşa polîsan çar kes hatin binçavkirin, 2 kes jî birîndar bûn. Jineke ku bi derba ço ji serê xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.
DRESDEN
Li bajarê Elmanya Dresdenê, Kurdistanî û dostên wan li Theater Platzê li hev civiyan û li dijî terora AKP'ê mîtîng lidar xistin. Piştî mîtîngê girse meşiya û daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de dirûşmên "Faşîst AKP, Kujer Erdogan", "Bijî Serok APo", "Bijî Berxwedana Mereşê", "Bijî Berxwedana Sûr, Cizîr, Nisêbînê" hatin qîrîn.
BÎELEFELD
Li bajarê Elmanya Bîelefeldê jî, êrîşên AKP'ê yên li Kurdistanê, ku hewl dide van êrîşan li Ewropayê jî bike, hatin şermezarkirin. Li hemberî van êrîşan bi qasî 800 Kurd û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li hev civiyan û ji Jahnplatzê heta Meydana Stasyonê meşiyan. Di meşê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û dirûşmên "Em ê rê nedin faşîzma AKP'ê" hatin qîrîn.
DORTMÛND
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, li hemberî faşîzma AKP'ê û çeteyên ji aliyê AKP'ê ve li Ewropayê hatine birêxistinkirin, bi beşdariya bi hezaran kesî meşek hat lidarxistin. Piştî vê meşê mîtîngek hat lidarxistin û Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li vir axivî. Qiseker anî ziman, ku çeteyên AKP'ê wê li pêşberî berxwedana gel a li Kurdistanê têk biçin û berxwedana xwerêveberiyê wê bi ser keve.
WÛPPETAL
Li bajarê Elmanya Wûppetalê, çeteyên Komîteya Tirk a Yenî ya ser bi UETD xwest daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Li hemberî vê yekê Kurdistanî û dostênw an li çar aliyên bajêr li hev civiyan û li bendê man ku nîjadperest bimeşin. Piştî vê bendemayîna bi saetan dewam kir, hat hînbûn ku faşîstan meşa xwe betal kirin. Li ser vê yekê Kurdistaniyan û dostên wan daxuyanî dan çapemeniyê û piştre beşdarî çalakiya li Kolnê bûn.