Ji bo azadiya Ciwanê kurd Metîn Aydin ku ev saleke li Swîsreyê tê girtin çalakiyek hat lidarxistin. Li ser daxwaza Elmanya û Tirkiyê ji bo were darizandin ev saleke ciwanê kurd Metîn Aydin li swîsreyê tê girtin.
Ji bo azadiya Metîn Aydin li gelek bajaran çalakî tên lidarxistin. Doh jî ber bi êvarî li bajarê Zurîhê li ber girtîgeha ku Metîn Aydin tê de ye çalakiyek pêk hat. Insiyatîfa ji Metîn Aydin re Azadî tevî gelek sazî û rêxistinan çûn ber girtîgeha Zurîhê û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser navê koma anarşîstan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew di şexsê Metîn Aydin de ji bo azadiya girtiyên siyasî li wê derê ne. Her wiha îşev jî wê komên anarşîstên ji bo azadiya Aydin şeva piştgiriyê li dar bixin.
Kurdê bi navê Metîna Aydin ê rûniştvanê Franseyê gava beriya salekê ji bo serdanekê hat Swîsreyê, bi daxwaza Almanyayê hat binçavkirin. Aydin nêzî salek e di girtîgehê de ye. Ji bo serbestberdana Aydin kampanya hat destpêkirin.
“Komîteya ji Metîn Aydin re Azadî” dê di çarçoveya kampanyayê de hin rêze çalakî li dar bixe. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Radestkirina Aydin bo Almanyayê, tê wateya radestkirina Tirkiyeyê. Ger Aydin radestê Tirkiyeyê were kirin dê bi îşkence û bihiqûqiyên mezin re rû bi rû bimîne. Di raporên Human Right û Rêxistina Efûya Navneteweyî de jî ev pêkanînên li Tirkiyeyê têne piştrastkirin.” Komîteyê xwest Aydin serbest bê berdan û bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û girseyên demokratîk kirin ku piştgirî bidin kampanyayê.
Di çarçoveya kampanyayê de dê di 11’ê tîrmehê li ber Wezareta Dadê ya li Bernê bi beşdariya çapemenî, rêxisitnên sivîl û partiyên siyasî xwepêşandandanek bê lidarxistin. Komîteyê di serî de Kurdan, bang li her kesê kir ku beşdarî vê xwepêşandanê bibin.