Kurdan dostekî xwe yê din jî wenda kir

Kurdan dostekî xwe yê din jî wenda kir

Serokên berê yê Tevgera Dostaniya Gelan a li hemberî Nîjadperestiyê (MRAP) Mouloud Aounît li Frensayê jiyana xwe ji dest da. Navenda Enformasyona a Kurdistanê, ji bo malbata Aonît û ximên wî sersaxî xwest û got: “Ew dostê mezin yê Kurdan bû.”

Mouloud Aounit, di 10’ê tebaxê roja înê de di 59 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ji derdora komeleyê daxuyanî bo wefata wî hate dayîn ûbi gotinên wekî ‘Ew kesekî bawermend bû’ , ‘bi înat bû’, ‘Kesekî azad bû’ anîn ziman.

serokomarê Fransayê Françoîs Hollan de jî peyameke nivîskî weşand û sersaxî ji malbatê re xwest û got ji bo bîranîna serokê berê yên MRAP’ê dê ji bo diyalga navbera çandên navtewî dê pitşgiriyeke mezin bidinê.

Aounît zewicandî û bavê du zarokan bû. ji ber nexweşiya ku tumor di mêjiyê wî de bû li Parîsê li nexweşxaneya Salpêtrîerê tedawî didît.

Her tim piştgirî dida gelê kurd. Navenda Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê daxuyanî da û wiha got:“Me wefata Mouloud hîn kir. Em gelek xemgîn in. Ew dostekî mezin yê kurdan bû. Ji bo aştî û azadiyê têdikoşiya. Em ji bo mafên civakên koçber ji bo dostanî pêk were bi hev re xebitîn.”

Ev dostê sêyemîn yên kurdane ku di meha Tebaxê de jiyana xwe ji dest didin. Derhênerên belgefîlman yê 61 salî Arîel Nathan di 14’ê tebaxê de li bajarê Rennse ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.

Dîsa di yekê tebaxê de parêzer Mîkael Gubîn di 41 saliya xwe de ji nişkave jiyana xwe ji dest da.