Lihevnekirina demkurt a ku piştî 5 endamên Desteya Bilind a Kurdan bê agahiya her 5 endamên din bi Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû re pêk anî, hat çareserkirin. Endamên Desteya Bilind a Kurdan li Hewlêrê civiyan û hat ragihandin ku ew ê xebatên xwe ji cihê ku lê mane berdewam bikin..
Nunerên Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ên di Desteya Bilind a Kurdan (DBK) a Rojavayê Kurdistanê de cih digirin, di 2’yê tebaxê de, li Hewlêrê bê haya her 5 nunerên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ên di DBK’ê de bi Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû û Serokê Encumena Niştîmanî ya Sûriyeyê (ENS) Ebdulbasit Seyda re hevdîtinek pêk anîbûn. Ji ber wê jî krîzek biçûk di navbera Desteya Bilind a Kurdan de rû da. Hat ragihandin ku îro ew krîz hate çareserkirin.
Her 10 endamên Desteya Bilind a Kurdan (DBK) li otelek a Hewlêrê de civiyan û li hev hatin û peyam dan ku ew ê xebatên xwe ji cihên ku lê mane berdewam bikin. Endamê DBK’ê û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji ANF’ê re axivî û got; “Me di civînê de li hev kir. Em dikarin bêjin pirsgirêk çaresr bû.”
Mulsim destnîşan kir ku ji ber ku beriya beşdarî hevdîtinê bibin, agahî nedane endamên din ên desteyê, ev yek jî tê wateya binpêkirina qûralên di civîna beriya niha de hatibû diyarkirin e. Muslim got; “Me got heta pirsgirêk çareser nebe, em ê xebatên xwe yên bi hev re rawestînin. Pirsgirêk çareser bû.”
BAWERIYA ME YA BI YEKITIYÊ TEMAM E
Mulsim destnîşan kir ku di helwesta beşdarbûna endamên Desteyê de tu pirsgirêke tune ye, heta endamên desteyê di hevdîtinê de pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê anîne bîra Davûtoglû. Muslîm bi bîr xist ku her 5 endam bê haya endamên din beşdarî hevdîtinê bûne û got; “Vê xeletiya xwe qebûl kirine.”
Hevpara Desteya Bilind a Kurdan Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) roja înê di daxuyaniya da de ragihand ku heta ev rewş neyê zelalkirin, wê hevdîtinên xwe yên hevpar rawestînin.
Muslîm diyar kir ku ew ê îro vegerin Qamişloyê û dê her şeş komîteyên girêdayî Desteyê dest bi xebatên xwe bikin û got; “Baweriya me ya bi yekitiyê temam e“.
Di 9-10’yê tîrmehê de, bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê MGRK û ENKS li Hewlêrê civiyan û biryara avakirina Desteya Bilind a Kurdan (DBK) dabûn. Piştî vê peymana ji 7 madeyan a ku di raya giştî de weke Peymana Hewlêrê ya tê zanîn, di 24’ê tîrmehê de Desteya Bilind a ji 10 kesan pêk tê li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin. Kurdan beriya vê li Kobanê, Efrîn, Dêrka Hemko û Amûdê rêveberiyan bi dest xistin û ev herêm ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve tên parastin.
SEYDA Û KNS NE MUXATABÊN ME NE
Muslim bertek nîşanî daxuyaniyên Eserokê ENS’ê yên li Hewlêr kirin ku bi piştgiriya Qetar-Tirkiye û Erebîstana Siûdî yên ne ji rejima Esad û dewletên Rojavayî kêmtir ‘dijminên azadiyê ne’ da . Seyda bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê ya, “Piştî Esad kîjan hêz ger bixwaze tevlî pêvajoya siyasî bibe, pêwîste derxîne holê ku li dijî rejima Esade û bixwaze xirap bibe.” Got, “Ev dê PYD û dê hemû partiyên din bin.
Muslim bertek nîşanî daxuyaniya Seyda yê ku demek dirêj li Ewropa maye û kesekî ku di tekoşîna gelê Kurd de nehatî naskirin û got; “Em ji kesekê fermana nagirin. Ne Seyda û ne jî ENS muxatabê me nînin.”