Girtîgehên ku bi pêkanînên keyfî her tim tên rojevê de ye, sosretekî din hate jiyandin. Li gel tu biryara komkirin û qedexekirinê tune ye Kovara Modernîteya Demokratîk nadin Xwediyê Îmtiyaza berê ya Kovara Modernîteya Demokratîk Omer Çîftçî ku di Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F hejmara 2 de girtî ye.
Girtîgehên li Tirkiyeyê her tim bi pêkanîn û pêkutiyên dij-hiqûqî tên rojeva rayagiştî. Herî dawî li Girtîgeha Rihayê 13 girtî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan û di girtîgehên din de girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Pêkanînekî keyfî jî li Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F ya hejmara 2 de hate jiyandin. Hejmara dawî ya Kovara Modernîteya Demokratîk li gel ku tu biryara komkirin û qedexekirinê tune ye, nedan Xwediyê Îmtiyaza berê ya Kovara Modernîteya Demokratîk Omer Çîftçî.
Çîftçiyê ku di 24'ê Kanûnê de di operasyona bin navê KCK'ê de li hemberî çapemeniya Kurd de hate lidarxistin de hatibû binçavkirin û girtin, ji Girtîgeha Kandirayê nameyek şand û pêkanîna keyfî ragihand. Çîftçî di nameya xwe de da zanîn ku, li gel tu biryara komkirina kovarê tune ye rayedarên girtîgehê kovarê nedane wî û wiha got:
"Rêveberiya girtîgehê kovar neda min, lê heman rêvebirî heman kovarê da hevalê me yê bi navê Selahattîn Aslan yê ku di heman girtîgehê de ye. " Çîftçî diyar kir ku ji bo kovar bidin wî serî li rêvebiriya girtîgehê daye û wiha axivî: " Derbarê kovarê de biryara komkirinê tune ye, lê rêvebiriya girtîgehê bi hinceta ku di nava kovarê de nivîsên ji pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan hatine girtin heye biryara 'ji aliyê saziyê ve xetere hatiye dîtin' da û kovar nedan min." Çîftçî bilêv kir ku, li ser vê yekê serî li Dadgeriya Înfazê daye.