Kongreya HDP'ê ya Bajarê Stenbolê destpê kir

1. Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi dirûşma "Em ji bo azadiyê li ber xwe didin, ji bo demokrasiyê xwe bi rêxistin dikin" li Salona Sporê ya Girtî ya Sînan Erdem destpê kir.

Yên tevlî kongreyê dibin, tevî kontrola polîsan her wiha ji bendên kontrolê yên wezîfedarên HDP'ê û wezîfedarên salonê re derbas dibin û bi vî rengî dikevin hundir. Beriya destpêkirina kongreyê, ku jin bi kincên xwe yên gelêrî lê amade ne, beşdaran li derveyî salonê li ber stranên berxwedanê govend gerandin.

Li salona kongreyê, wêneyên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û gelek berxwedêrên xwerêveberiyê, jinên li Stenbolê di berxwedana li hemberî polîsan de jiyana xwe ji dest dan, 3 siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin û pêşengên şoreşa Tirkiyeyê hatin daliqandin. Pankartên bi nivîsên "Azadî ji bo Ocalan", "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bila muzakere destpê bikin", "Silav ji mirovên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê ji bo mirovahiyê li ber xwe didin", "Ji Gezî heta Cerattepeyê em bi xweza û jiyanê re ne", "Li dijî bêkarî û bê ewlekariya kar, em serî hildidin", "Li hemberî dîktatoriyê, xwerêberiya demokratîk a piralî" hatin daliqandin.

Kongre bi konserên Bajar, Rewşen, Meral Tekçî, Xêro Abbas destpê kir. Piştî hilbijartina dîwanê, wê kongre bi xwendina raporên xebatê û axaftina, hevserokên bajêr û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dewam bike. Piştre wê bi lîsteya blok, delege hilbijartinê pêk bînin.

Ji bo kongreya ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê jî lê amade ne, serkonsolosên gelek welatan hatin vexwendin. Her wiha nûnerên partiyên siyasî û platformên pêkhateyên HDK'ê ne, di kongreyê de amade ne.

Ji ser dika kongreyê, bajarên Kurdan ên li ber xwe didin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin. Kongre dewam dike.