Komploya 15'ê Sibatê li Moskowayê hat şermerzarkirin
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina ser êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, li Moskowayê civînek hat lidarxistin.
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina ser êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, li Moskowayê civînek hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina ser êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, li Moskowayê civînek pêk anîn.
Civîna li Navenda Çanda Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Qisekeran dan xuyakirin, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşeke nû ye û wê weke xiyanetê li dîroka mirovahiyê bê nivîsandin.
Di axaftinên li civînê de bal hat kişandin ser terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û hat ragihandin, gelê Kurd wê li her cihê lê ye xwe û xaka xwe biparêze.
Qisekeran dan zanîn, ku AKP û Erdogan ji bo pêşeroja xwe garantî bikin bi xwînxwarî êrîşî Kurdan dikin û diyar kirin, divê Kurd bibe yek û li dijî êrîşan têkoşîneke topyekûn bimeşîne.