Komploya 15'ê Sibatê li Erîvanê hat şermezarkirin
Kurdên li Ermenîstanê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek lidar xistin û komplo bi tundî şermezar kirin.

Civîna li paytext Erîvanê hat lidarxistin, bi beşdariya Kurdên li herêmên Elegez, Oktberiyan û Aboviyanê dijîn pêk hat. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.
Dûre, bi rêya sînevîzyonê li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 1999'an de li Romayê ji bo civaka Êzidî kiribû, hat temaşe û guhdarîkirin.
Piştî nîşandana sînevîzyonê endamê Komîteya Kurdistanê Dawût Karasû mafê axaftinê wergirt û komploya 15'ê Sibatê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat kirin, bi tundî şermezar kir.
Karasû da zanîn, Rêberê Gelê Kurd ev 17 sal in li Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke şidandî de tê ragirtin û berxwedaneke bêhempa nîşan dide.
Endamê Komîteya Kurdistanê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên di roja îro de bi awayekî hovane li hemberî gelê Kurd dike û bêdengiya cîhanê ya li pêşberî van komkujiyan şermezar kir.
Dawût Karasû got, "Em berxwedana gelê xwe ya li Cizîr, Silopiya, Amed, Gever û Sûrê silav dikin." Civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gelê Kurd" bi dawî bû.