Kommersant: Şaredariya Sûrê polîtîkaya neteweyî ya ziman hejand

Kommersant: Şaredariya Sûrê polîtîkaya neteweyî ya ziman hejand

Rojnameya Kommersant a ku li Rûsyayê weşanê dike, polîtîkayên pir zimanî yên Şaredariya Sûra Amed a ku yek ji mînakên balkêş ên zextên li ser Kurdî ye, hilda nava rûpelên xwe. Rojnameya Rûs nivîsand ku ji ber van xebatan 74 caran doz li Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş hatiye vekirin.

Rojnameyê nivîsand; “Yek şaredarên navçeyek a Amedê li Tirkiyeyê bi xirabkirina polîtîkayên neteweyî yên ziman tê tawanbarkirin” û wiha didomîne; “Dema mirov dikeve navçeyê tabelayên bi Kurdî û Ermenkî yên li ser nivîsandî ‘Hûn bi Xêr hatin Bajarê me’ hene, ji ber ku şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş polîtîkaya pirzimanî pêk tîne 74 car doz li wî hatiye vekirin. Lê ji sedî 74’ê mirovên li vir dijîn Kurdî weke zimanê xwe yê zikmakî qebûl dikin. Abdullah Demîrbaş van tawanbarkirinên li hemberî xwe bi polîtîkayên durû yên li Tirkiyeyê ve girêdide. Li gorî wî li aliyeke kanala televîzyonê bi fermî weşanê dike li aliyeke din jî li Amedê karanîna Kurdî tê qedexekirin. Qedexekirina zimanê zikmakî binpêkirinek cidî ya mafên mirovan e.

Piraniya şêniya Amedê ji Kurdan pêk tê û Erebên Sûriyeyî û Ermenî jî lê dijîn. Amed paytexta ne fermî ya Kurdan e. Lê ev pêkanînên desthilatiya Tirk li vî bajarî li rastî nerazîbûnên tund tên. Her çendî Şaredar Demîrbaş di sala 2007 de ji ber vê peywirê hatibe girtin jî, lê dîsa jî dest ji xebatên xwe yên pirzimanî bernade. Her çendî li Amedê dozger zimanên Kurdî, Ermenkî û Înglîzî qedexe bike, lê Amed tenê bi Tirkî re sînordar namîne.”