Komîsyona Heqîqetê li nêzî 25 welatî hat avakirin

Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê, ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet û adîlane ya di navbera Kurd û Tirkan de wek yek ji şertên sereke tê dîtin. Ev pêşniyar li gel şerê 30 salî ji aliyê Tevgera Kurd ve hat kirin.

Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê, ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet û adîlane ya di navbera Kurd û Tirkan de wek yek ji şertên sereke tê dîtin. Ev pêşniyar li gel şerê 30 salî ji aliyê Tevgera Kurd ve hat kirin.

Pêvajoya çareseriya demokratîk a bi însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Adara 2013’an de hat destpêkirin, bi daxuyaniya hevpar a Ocalan bi heyeta dewletê re di meha Sibatê de kir, derbasî asteke nû bû.

Ocalan di daxuyaniya hevpar de nexşerêyeke ku ji 10 xalan pêk dihat û destûreke bingehîn a nû ya daxwazên nasname û çandan dike bin ewlehiya qanûnek nû û xweseriyê digire nav xwe, pêşniyar kir.

Ocalan di peyama xwe ya dawî ya Newroza Amedê a 2015’an de daxwaz kir ku di rewşa ku di rêgezan de mutabaqatek bê pêk bê de bila kongreya PKK’ê bicive. Ocalan bi taybet li ser hewcedariya Komîsyona Heqîqet û Rûbirûhatinê sekinî û got: “Hêviya min ev e ku di demeke kurt de xwe bigihînin mutabaqata rêgezî û ji endamên parlamento û Komîsyona Heqîqet û Rûbirûhatinê ya ji heyeta şopandinê pêk tê derbas bibe û em awayekî serketî rewşa realîzekirina vê kongreyê bijîn.”

Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê li cihên cuda yên cîhanê piştî xebatên aştiyeke adîlane derbasî jiyanê bû. Mînaka vê ya herî balkêş li Başûrê Amerîkayê hat jiyîn.

Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê, piştî gengeşiyên siyasî, dîktatorî an jî demên bi zext ên siyasî şûnde wek desteyeke ku rayeya wê ya  darizandin an jî komîsyoneke ku mafê wê yê rayeyê tine tê nasîn. Ev bi ruhê lihevkirina neteweyî re tevdigere.

Bi awayekî şênber, mexdûr ji bo rûmeta xwe ji nû ve qezenc bikin li ber forumekê îfadê didin. Bang li berpirsên binpêkirinan jî tê kirin ku îtîraf bikin û li ber mexdûr an jî malbatên têkildar poşmaniya xwe bînin ziman.

Heta îro li nêzî 25 welatî komîsyonên wek vê hatin avakirin. Ji wan a destpêkê li Afrîkaya Başûr tê. Di heman demê de bi gelek welatên Amerîkaya Latîn û Başûrê Amerîkayê re di dema nêz de li Tîmor a Rojhilat û Tunusê jî hat avakirin.

Li Afrîkaya Başûr di 1995’ande bi pêşengiya Mandela Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê hat avakirin. Di 1948’an de di encama siyaseta Apartheîd ya destpê kir sala 1960’î  ji komkujiya Shaparvevîlle û şûnde hemû binpêkirinên mafan yên hatibûn kirin, hatin tespîtkirin, ji aliyê Komîsyonê ve hatin lêkolînkirin. Ev mijara komîsyonê ligel sûcên siyasî û binpêkirinên mafan, sûcên û binpêkirinên li ser navê tevgerên rizgariya neteweyî hatibûn kirin jî derxistin holê.

Li Côte d'Ivoire (Peravên Diranê Fîlan) piştî krîza 2010-2011’an şûnde, serokkomar Alassane Quattara, roja ku hevrikê wî Laurengt Gbagbo di 11’ê Nîsana  2011’an de hat girtin îlan kir ku ‘Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê’ hatiye avakirin. Komîsyona ku ji 11 kesan pêk dihat ji bo ronîkirina bûyerên şîdetê yên beriya hilbijartinê hatin jiyîn, hatin peywirdarkirin. Ligel ku di navberê de 3 sal derbas bûye jî der barê xebata komîsyonê de ti encam nehat bidestxistin.

Li Peruyê der barê pevçûna çekdarî ya di navbera 1980 û 2000’î de ji bo ku rapor bê amadekirin Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê hat avakirin. Komîsyona 2001’ê de hat avakirin 160 hezar û 985 şahid berhev kir, 21 danişînê gel pêk anî.  9 hezar û 500 kesî ev danişîn temaşekirin, rapor di Tebata 2003’an de derket pêşberî serokkomar.

Li Goto di navbera 1958 û 2005’an de bi awayên cuda bûyerên şîdetên jiyîn.  Mirina Serokkomar Gnassingbé Eyadema û bûyerê piştî hilbijartinên 2005’an de derketin asta herî jor. Li vijî vê aktorên sosyopolîtîk ên Togo di 2006’an de lihevkirineke siyasî ya Komîsyona Edalet û Heqîqetê pêşniyar dikir, Îmze kirin. Komîsyon bi biryarnameya serokkomar di Sibata 2009’an de hat avakirin.

Di demeke nêz de li Tunusê Saziya Heqîqet û Rûmetê hat avakirin. Saziya ku di 24’ê Kanûna 2013’an de wek organeke qanûnî hat avakirin, bi tespîtkirina sûcan û tazmînkirina mexdûran hat peywirdarkirin. Ev sazî her wiha bi lêkolînkirina dosyayên ji 1955’an heta Kanûna 2013’an hat peywirdarkirin. Saziyê ji Adara 2015’an heta niha 8 hezar dosya xist bin qeydê.