Der barê êrîşa hovane ya li dijî endamê komîteyên parastina gel Çekdar de, rêxistina Komalên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da raya giştî. Rêxistinê êrîş bi zimanekî tund şermezar kir û da zanîn ku ew ê di demek kurt de, nasnameya endamên koma êrîşkar eşkere bikin û got; “kujerên Çekdar dê hesabê hovîtiyê bidin gelê Kurd.”
Di daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê tê kirin da ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibin û li ser riya Çekdar cihê xwe di nava komîteyên parastina gel de bigrin.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin:"Ji destpêka şoreşa azadiyê li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, gelê Kurd bi giştî û ciwanên Kurd jî bi taybet, cihên xwe bi awayekî çalak di nava şoreşê de girtine. Xwedîderketina gel û ciwanên Kurd li xweseriya Kurdistanê, gelek derdorên xêrnexwaz xiste nava liv û tevgerê."
Koordînasyonê destnîşan kir ku derdorên xwe li yekîtî û rêxistinbûyîna gelê Kurd ranagirin, destpêkê bi riya çapemeniyê û nûçeyên pûç xwestin têkoşîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê asteng bikin û dema dîtin ku ew ê negihêjin armancên xwe, vê carê jî dest bi êrîşên çekdarî kirin.
Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku yek ji deverên herî zêde bû armanca êrîşan bajarê Efrîn û navçeyên wê ne û weha dewam dike: "Bajarê Efrînê ku yek ji deverên herî zêde gelê me xwe lê birêxistin kiriye, demên dawî rastî gelek helwdanên êrîşkar tê. Destpêkê bombe avêtin navenda perwerdeya jina Kurd. Paşê bi sîlehê êrîşî navendên komîteyên parastina gel kirin. Herî dawî jî rêveberê rêxistina me li bajarê Efrînê heval Çekdar ji aliyê komeke terorîst ve hat revandin û di encama êşkenceyeke hovane de, hate kuştin."
Koordînasyona Komalên Ciwan da zanîn ku wan piştî bûyerê yekser dest bi xebatên lêkolînê kirine û ragihandin ku ew ê di demeke kurt de encam û nasnameya kesên êrîş pêk anîne bi raya giştî re parve bikin.
Daxuyanî bi van gotinan bidawî dibe: "Em weke rêxistina Komalên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê destnîşan dikin ku heta serkeftina şoreşa azadiyê, em ê li ser şopa heval Çekdar têkoşînê dewam bikin û gelê xwe li hemberî her cûreyê êrîşan biparêzin. Divê baş were zanîn ku kujerên heval Çekdar wê hesabê vê kiryara xwe ya hovane bidin. Li ser vî esasî em bang li hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê dikin da ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibin û li ser riya Çekdar cihê xwe di nava komîteyên parastina gel de bigrin."