Kolana Bariş a li Stenbolê bû ‘Kolana Bariş-Aştî’
Şaredariya Beşîktaş a Stenbolê ku bi Şaredariya Colemêrgê re ‘xwişke şaredar’ in, navê kolanek li bajar kir “Kolana Bariş-Aştî”.

Şaredariya Beşîktaş a CHP’yî bi Şaredariya Colemêrgê ya HDP’yî re “xwişke şaredar” in di çarçoveya hevpeymana di navbera her du şaredariyan de navê kolanekê kir “Kolana Bariş-Aştî”.
Şaredariyê li ser navê “Kolana Bariş” a li Dîkîlîtaşê, peyva Kurdî Ya “Aştî” jî zêde kir û navê kolanê kir “Kolana Bariş-Aştî”.
Şaredarê Beşîktaşê Mûrat Hazînedar, Wekîlên Hevşaredarên Colemêrgê Nazmî Coşkûn û Fatma Yildiz, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes tevlî merasîma têkildarî guhertina nav bûn.
Şaredarê Beşîktaşê Mûrat Hazînedar di axaftina xwe ya vekirinê de têkildarî ziyareta xwe ya Colemêrgê diyar kir ku bi coşek mezin hatibû pêşwazîkirin û wiha got: “Em ê vê rêyê bi hev re bimeşin.”
'EM Ê PEYAMA AŞTIYÊ MEZIN BIKIN'
Hazînedar wiha axivî: “Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji ber ‘wê tevliheviya navnîşanê çêbibe’ ev biryar nepejirand. Lê jixwe her meh navên gelek kolanên li nuqteyên cuda yên Stenbolê diguherin. Bê ku em bikevin nav bendewariyek siyasî, tenê me xwest tevkariyekê bi pêvajoya çareserî-aştiyê bikin. Em vê peyamê ji Beşîktaşê mezin dikin û em ê mezintir bikin. Bi vê fikrandinê ve ‘Kolana Bariş- Aştî’ li Beşîktaş û Stenbolê pîroz be.”
Kurdeleya ji aliyê Wekîlên Hevşaredarên Colemêrgê Nazmî Coşkûn û Fatma Yildiz re hat qutkirin.