Ji Akademîya Hiqûqê ya Dewletê ya Moskowê Profesor Samvel Koçoi sîstema hiqûqa Tirkan û xebatên makeqanûna nû ji ANF’ê re nirxand. Koçoî pêşniyar kir Kurd û Tirk zêdetir serî li hiqûqa qiyas bidin û got ku ger Tirkiye li gorî pîvanên navneteweyî tevnegere, dibe ji pêvajoya endamntiya YE’yê were derxistin. Koçoî cîhana Îslamê jî rexne kir û destnîşan kir ku welatên Îslam xwe tevlî pirsgirêkên Kosova, Bosna û Filistînê dikin, lê belê naxwazin Kurdên li kêleka xwe bibînin.
Prof. Koçoî ku her tim di qada hiqûqa navneteweyî de zextên li ser Kurdan dişopîne û li hemberî vê yekê xebatan dike, beriya niha di nivîsa nivîsandibû de ragihandibû ku Bakûrê Kurdistanê di bin kontrola NATO û Başûrê Kurdistanê jî dibin kontrola DYA’yê de ye û destnîşan kiribû ku Bloka Rojava ji binpêrkirinên mafê mirovan ên li Kurdistanê berpirs in.
Koçoî yê ku di Fakulteya Kîrov a Akademeiya Hiqûqê ya Dewletê ya Moskowê de Dekatiyê dike, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Kurdistan û Mafê Mirovan de” wiha behsa têkoşîna Kurdan a di serdema nûjen de dike: “Pêvajoya nû a gerdûnî qûralên lîstoka xwe dispêrên welatên Kurdistanê dagîr kirine. Lîstoka gerdûniyê, rêgezên serdestiya demokrasî û mafên mirovan bi pêwîstiyeke pragmatîk empoze dike. Ev yek ji ji bo Kurdan firsendeke nû çêdike. Niha beşek mezin a Kurdistanê di bin kontrola Rojava de ye: Beşek ji Kurdistanê (ji ber Tirkiyeyê) di bin kontrola NATO’yê de ye, Kurdistana Iraqê, piştî dagîrkirina Iraqê di bin kontrola Rojava de ye. Kurdistan di warê rezerveyên hîdrokarbon de li herêmê rola kilîd dileyîze.”
DI KAMPA MISILMANAN DE KURD DI NÊRÎNA MAFÊ MIROVAN DE CIH NAGIRIN
Koçoî, di vê çarçoveyê de tesbîta “Yê ku li ser Kurdistanê bibe serwer, dê Rojhilata Navîn kontrol bike” dike û wiha didomîne:
“Rojava, ji bo Rojhilata Navîn bigihîne asta standardên navneteweyî, nêrînên xwe û pirsgirêka mafê mirovan dispêre. Başûrê Kurdistanê piştgirî ji welatên rojavayê Ewropayê digirin. Ji ber ku rêberên Kurdan Mesûd Barzanî û Celal Talabanî gelek caran diçin van welatan û di astên herî jor de têne pêşwazîkirin. Ev yek jî tê wateya qebûla defktoya dewleta Kurdan. Dîsa li Ewropayê pirsgirêka penaberiyê heye û Kurd di vir de xwedî cihek girîng in. Li gorî welatên Ewropayê, ger cûdakariyên etnîkî yên li Kurdistanê bêne çareserkirin û pirsgirêka aboriyê çareser bibe, dê pirsgirêka penabertiyê jî çareser bibe.
Rojava jî êdî bi aweyeke cûda li pirsgirêkê dimeyzîne, pirsgirêkên mafê mirovan tên rojevê. Welatên Îslamî jî Kurdan diqewirînin û bi awayeke dijminane nêzîk dibin. Komkara Ereban û Yekitiya Îslamê mudaxeleyê hemû pirsgirêkên civakên Misilman kirine. Bûne mudaxilê pirsgirêkên Kosova, Bosna û Filistînê, lê tu carî qala jenosîdên Misilimanan ên li Kurdistanê pêk hatin nekirin. Rastiyek wiha heye: Carna di astek diyar de têkiliya Sûriye û Îranê bi Kurdên Iraqê re hene, dixwazin ji bo berjenwendiyên xwe yên polîtîk li hemberî Bexdayê bi kar bînin. Evane pêngavên taktîkî ne. Di kampa Misilmanan de Kurd di nêrîna mafê mirovan de cih nagirin.”
CÎHAN DÊRSIM Û ENFALÊ WEKÎ JENOSÎD DIBÎNE
Prof. Kocoî gelek berhemên wî yên wekî “Li dijî mulkiyetê bi zanebûn peywîra sûckirinê”, “Qanûna Ceza ya Fedarasyona Rûsyayê”, “Karekterê Ekstremîzmê û Terorîzmê”, “Bi giştî qanûnên ceza yên Rûsyayê” û “Hiqûqa ceza ya dewletên biyanî” her wiha qasî 120 jî xebatê wî yên zanyarî hene.
Nivîskar piştî ku pîvanên navneteweyî lêkolîn kir, li ser komkujiyên Kurdistanê ya di qada hiqûqî de jî lêkolînên xwe kirine. Nivîskar li ser “Berpirsyariya jenosîdê, piratîka wê û wateya wê” xebateke girîng daye meşandin. Di nirxandinê de nêrînên gelek mirovên zanyar ên der barê jenosîdê de cih digirin. Koçoî der barê pirtûkê de ev tişt got: “Wekî hûn jî dizanin li dijî kurdan jenosîd pêk hat. R. Gutman D. Rîffa, diyar kirin ku di serdema nûjen de 4 komkujiyên girîng pêk hatin, ji vana 2 komkujî li dijî Kurdan pêk hatine. Yek ya di salên 1938-39’an de li dijî kurdên Dêrsimê pêk hat, ya duyemîn jî komkujiya li ser tutsiyan li Rûandayê pêk hat, ya din jî ji hêla kimeriyên Sorik û di sala 1970’yî de komkujiyên mirovan e û ya din jî komkujiya Enfalê ya ji hêla Iraqê ve li dijî kurdan pêk hat .”
KURD NE KÊMAR IN
Kocoî ev tişt anîn ziman: “Kurd îro ji bo mafen xwe yên demokratîk cihê lê dijin têkoşîna mafên xwe didin. Jixwe ev mafên wanên herî rewa ye. Li Rûsyayê hin cerebeyên cûda hene. Di kêmarên di nava xwe de û ji hin gelên cûda re mafên federasyonê û konfederasyonê tê dayîn. Ev ji bo rêveberiyên herêmî û ji bo diyarkirina hiqûqa pêşerojê gelek tiştên girîng belkî bi xwe re bîne. Divê mafên kurdan jî bê dayîn. Mînak min makeqanûna Îranê lêkolîn kir, dînê Zerduştiyê tê qebûlkirin. Lê li Başûrê Kurdistanê der barê Zerduştiyê de tu tişt tune.”
Koçoî destnîşan kir ku polîtîkayê Dewleta Tirk yên derbarê pirsgirêka kurd de tenê teorîk dimîne û ev tişt got: “Tirkiye der barê hemû dewletên herêmê rexneyên xwe dike û divê mafên mirovan tê binpêkirin. Derbarê Îsraîl û Filîstînê de, derbarê Esad û sunniyan de rexneyan dike. Lê înkarkirina bi milyonan a li welatê xwe li ber çavan nagire. Her wiha 20 milyon gelî wekî kêmar dîtin bi serê xwe sosretiyek e.”
DIVÊ KURD Û TIRK ZÊDETIR SERÎ HUQÛQA QIYAS BIDIN
Prof Koçoî ji ber Kurdan, sîstema hiqûqa Tirkiyeyê û xebatên makeqanûna nû dişopîne. Ji bo Kurdan û Tirkan pêşniyar dike ku zêdetir serî li hiqûqa qiyas bidin û wiha dibêje; “Di van salên dawiyê de gelek caran serî li vê huqûqa qiyas tê dayîn. Di vê rêbazê de hiqûqa navneteweyî lêkolîn dikin û qanûnên baş ji xwe re digirin û li welatên xwe pêk tînin. Em jî vê dişopînin û ji bo Dûmayê pêşniyarên nû dikin. Divê Kurd û Tirk jî vêyekê bikin. Mînak, Kurd divê ne tenê li Tirkiye, Sûriye û Îranê, divê lêkolîneke berfireh a huqûqê bikin. Bi vî awayî dikarin qanûnên xwe dewlemend bikin.
Tirkiye amadekariya makeqanûnek nû dike û ev yek firsendek mezin e. Divê ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî ya Kurdan, nasname û azadiya wan xebat bên kirin. Têkoşîna Kurdan ji bo vê yekê ye. Makeqanûna ku Kurdan negire nava xwe, ji bo mafê wan tu garantî nede, ew nabe makeqanûneke cûda. Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye. Makeqanûna nikare çareseriyek xurt ji bo wê bîne, ma dikare çi bike. Rêberên polîtîk ên Kurdan dibên “Em ne dijminê Tirkiyeyê ne” û dibêjin ku ew ne tenê berjewendiyên xwe, lê yên hemû Tirkiyeyê diparêzin. Ji ber wê jî divê bi wan bawer bin.
Ger mafê mirovan û azadiyan bi makeqanûnê bikevin bin ewlehiyê, ev yek ji bo Tirkiyeyê ye. Ev demek dirêj e ku dixwaze tevlî Yekitiyê (YE) bibe. Qanûnên Tirkiyeyê û yên navneteweyî li hev nakin, ger reformên ji bo van qanûnan bên astengkirin û bi qasî tê xwestin demokratîk nebe, ev yek dê rê li ber wê yekê veke ku Tirkiye ji berendamtiya YE’yê bê derxistin.”