Koç: Bila dest ji krîmînalîzekirina kurdan berdin
Koç: Bila dest ji krîmînalîzekirina kurdan berdin
Koç: Bila dest ji krîmînalîzekirina kurdan berdin
Federasyona Komeleyên Kurdên Almanyayê (YEK-KOM), kiryarên polîsan yên wekê ferzkirina sixûrtiyê ya li hemberî ciwanê kurd Burhan Y. ku li herêma Baden-Wurttemberê dijî, şermezar kirin. Hevseroka YEK-KOM Yuksek Koç da zanîn ku ew dê Rêxistina Saziya Zagona Bingehîn ku ya Kurd kirine hedef gilî bikin. Her wiha bang hat kirin ku dest ji krîmînalîzekirina kurdan berdin.
Ciwanê kurd Burhan Y. ku li herêma Baden-Wurttemberg dijî, hefteya borî ji ANF’ê re axivîbû û diyar kiribû ku bi awayekî sîstematîk polîs û sîxurên Alman li ser wî kiriyarên sîxurtiyê ferzkirine. Nûçeya ku di 25’ê Tebaxê de di ANF’ê de hate weşandin de ya bi navê ‘Polîsên alman bi awayekî sîstematîk dixwazin ciwanên Kurd bikin sîxur’ hate diyar kirin ku ciwanê kurd çend caran hatiye binaçvkirin û di bin çavan de gef lê hatine xwarin û her tim rastî tacîza polîsan tên.
Li ser vê yekê Hevseroka Federasyona Derneka Kurdan a Elmanya (YEK-KOM) Yuksel Koç, kiryarên polîs û sîxurên Baden-Wurttemberg şermezar kirin. Koç da zanîn ku nêzikatiyên ku dixwazin ciwanên Kurdan lewaz bixin û bikin sîxur nêzikatiyek dewleta Alman a li hemberî Kurdane û pêwiste Almanya dest ji van kiryarên xwe berde.
Koç diyar kir ku ev kiryar ji aliyê Rêxistina Parastina Destora Bingehîn ve tê meşandin û wiha got: “ Ji xwe bi van kiryarên xwe xirabiyê didin destura bingehîn. Almanya zagonên xwe yên bingehîn ku pê tê nasîn binpê dike û em carek din dibêjîn kurd ne dijminên destura bingehînin. Bila tu kes hesabên rentê li ser kurdan ne meşîne.”
Koç anî ziman ku wan Rêxistina Parastina Destura Bingehîn li dadê gilî kiriye û wiha got: “Em ji edaleta Almanya bawer dikin. Berdewamkirin van pêkanînan dide diyar kirin ku Almanya pêvajoya çareseriya aştiyê şaş fêm kiriye. Bangawaziya me ji bo hikûmeta Berlîn eve ku bila paradigmaya xwe ya li ser kurdan bi guhere.”
Koç da zanîn ku pêwiste bersiva tu bangewaziyên ji polîsan yên der barê sîxûrtiyê de tên, neyê dayî û gotin: “Muxatabê polîsan parêzerin. Bila guhdarî tiştên weke em mafê hemwelatî bidin te, di bi cihkirina karên te de em bibin arîkar, nekin. Di vî warî de muxatab ne hêzên parastinê ne.”
Nûçeya têkildar.
http://firatnews.com/news/guncel/alman-polisinden-kurt-gencine-sistematik-ajanlik-dayatmasi.htm