KNK der barê lihevhatin û pêkanîna yekîtiya hêzên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê de diyar kir ku ev gaveke dîrokî ye û dilê gelê Kurdistaniyan teva xweş kir û baweriyek mezin jî daye.
KNK’ê destnîşan kir ku di qonaxa dîrokî û pêvajoya hassas û metirsînî de, hêzên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê gaveke dîrokî avêtine. KNK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “ Bi vê gava dîrokî hate destnîşan kirin ku gelê Kurd di guhertina nû ya herêmê de bibe aktorê sereke, rol û misyona xwe ya bidestxisitna mafan û demokratîzekirina herêmê de bilîze.”
KNK’ê da zanîn ku Yekitiya Hêzên Rojavayê Kurdistanê, di destnîşan kirina paşerojên gelên Suriye û demokratîkbûna Suriye de, wek qonaxeke nû hatedestnîşan kirin û berdewam kir: “ Êdî her kes wê li Suriye hesabê xwe li gorî hêza Kurdan bike. Pêwiste ev peyman û pêkhatina yekitiya Kurdên Rojava di partîkê de jî heman dilsoziyê nîşan bide û di têkoşîna bidestxistina mafên. Êdî riya serketinê hatiye vekirin û gihiştina armanca bidestxistina mafan jî diyar bûye.”
EM YEKITIYÊ SILAV DIKIN
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em weke KNKê, Peymana Hewlêrê û yekîtiya Hêzên Rojavayê Kurdistanê destek dikin û silav dikin. Hêviya me ew e ku ev gava dîrokî, bibe bingeha pêkhatina Konferansa Neteweyî. Di vê qonaxa dîrokî û pêvajioya hassas de, pêdiviya tevahiya gelên Kurdistanê, pêdiviya tevahiya parçeyên Kurdistanê bi Konferansa Neteweyî heye. KNK di wê baweriyê de ye ku, her gava ji bo yekitiya hêzên Kurd wê bandoreke erênî li pirsgirêka kurd û çareseriya gelên li herêmê teva bike. Bandora erênî li pirsgirêka Kurd jî, wê bibe bingeha demokratîkbûna herêmê teva.”
BERPIRSYARÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Divê werê zanîn ku pratîka piştî Peymana Hewlêrê jî, biqasî pêvajoya berî pêkhatina peymanê jî giring e. Binbarî û berpirsiyarî dikevê ser milê her serok, lîder, leheng, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd. Pêwist e her kes, ji bo bi hêz kirina vê yekîtiyê û di pratîkê de bidestxistina serketinê û pêkanîna Konferansa Neteweyî de rol û misyona xwe bilize.Weke ku di Peymana Hewlêrê de hate xuya kirin, pêkanîna yekîtiya kurdan û pêk hatina Konferansa Neteweyî, wê di çareseriya pirsgirêka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bibe bingeh. Dîsa, Konferansa Neteweyî a gelê Kurd, çar dewletên têkildarî erdnîgariya Kurdistanê jî di nav de, wê li herêmê teva bibe bingeha demokratîze kirin û çareseriya pirsgirêka gelan teva. Ji ber ku gelê Kurd di vê pêvajoya hassas û dîrokî de, di dizayn kirina nû ya hêrmê de, bixwazin nexwazin, aktorekî sereke ye û her kes vêdizane û fêm jî kirine.”