Konseya Rêveber a KNK’ê di daxuyaniya bi boneya yekemîn salvegera tecrîda li ser Ocalan daxuyaniyek weşand û got; “Dema ku mijar dibe Ocalan û Kurd, huquq, qanun, peymanên navneteweyî, norm û nirxên dewletbûnê jî bi awayekî kirêt têne binpêkirin.” KNK’ê bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî jî û got; “Bi taybetî bêdenigya dewletên Rojava, erêniya vê kiryara taybet û faşîst e. Lewma girtrîgeha taybet ya Imrelî, ne ya Tirkiyê, weke girtîgeha 'Guantanamoya Ewropa tê bi navkirin.”
KNK’ê got; “Li dijî Rêberê Tevgera Azadiya Kurd, Abdullah Ocalan, ji 15’ê sibata 1999’an û vir ve, tecrîd û îşknenceyeke ku menendê wê li cîhanê nîne tê girtin. Dewleta Tirk, ji bo Ocalan zindaneke taybet li Girava Imralî ava kir û her cûra antî huquqî û kiryarên derî mirovahî, derî exlaqî kirin pratîkê. Rêberê gelê kurd kirin cihekî taybet û ji cîhanê îzole kirin. 13sal û nîv in ku Ocalan, li giravê, di odeyeke 11 metreyî de ku TV jî tê de nîne û tenê tê ragirtin. Ev rewş, ji cezakirinê zêdetir tê wateya êşkencekirinê. Girava Imralî statuya girtîgeha yek kesî ye û ji statuya Guantenamo girantir e û îzolekirî ye.”
EV KEYFIYET Û SIYASET JÎ, LI GORÎ FERMANÊN ROJANE TÊNE GUHERTIN
KNK’ê destnîna kir ku Îmralî wek herêma leşkerî hatiye îlankirin û wiha domand; “Îmralî, heta weke îro, ji aliyê Navenda Krîzê ya Serokawezaretê, ku di nava wan de leşker û sivîlên taybet hene tê rêvebirin. Ev navend, taybet e, xwedî rêxistinî û erka taybet e. Di bûyerên diqewimin de, yan jî rewşeke taybet de dikarin rewşa awarte îlan bikin û 6 mehan bi înîsiyatîfa xwe tevbigerin. Yanî ev navend xwedî taybetmendiyek demî ye û 13 sal û nîv e ku li Imralî xwedî erk û gotina dawî ye. Ev huquqa taybet û înfaza taybet e û xwedî bingeha keyfiyet û siyasî ye. Ev keyfiyet û siyaset jî, li gorî fermanên rojane yên desthilatdariyê têne guhertin û meşandin. Hemberî ku rêxistina CPT, gelek caran, dewleta Tirk şiyar kiriye jî, rewşa awarte, keyfî û siyasî ji sala 1999an û vir ve ne hatiye guhertin û berdewam dike”.
TECRÎDA LI SER OCALAN, NE MIROVAHÎ, NE EXLAQÎ Û NE HUQUQÎ YE
Konseya Rêber a KNK’ê got; “Birêz Ocalan, ji 27ê Temmuza 2011an û vir ve, nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Serokwezîr û Wezîrê Dadê, li hemberî raya giştî û vekirî gotin, ew destûrê nadin. Destnîşan kirin ku heta qanuneke taybet ya ji bo Ocalan derbixin, ew desturê nadin hevdîtinan. Ev beyanat jî didine xuyakirin ku, tecrîda li ser Ocalan, ne mirovahî, ne exlaqî û ne huquqî ye. Li dijî kanunan e û kiryarek keyfî ye. Desthilatdarî jî, di nava bêşermiyek mezin de li pey vê biryara xwe radiweste.”
DAMA MIJAR DIBE OCALAN….
KNK’ê destnîşan kir ku dema ku mijar dibe Ocalan û Kurd, huquq, qanun, peymanên navneteweyî, norm û nirxên dewletbûnê jî bi awayekî kirêt têne binpêkirin û got; “Mixabin tu kes, van kiryarên kirêt, ne li hundir ne jî di qada nateweyî de nake bin lêpirsinê, kes rexne nake û şermezar nake. Ji xwe serokwezîr Erdogan, di daxuyaniyeke xwe de, diyar kir ku ji bo siyaseta tecrîd û êşkencê desteka cîhana Rojava girtine pey xwe û ji bo vê jî memnuniyeta xwe anî ziman. Ev destek di girtina 37 parêzerên Ocalan û dadgehkirina bi giştî 50 parêzeran de, xuya kir ku di heman demê de, mafê parastinê jî ji holê hatine hilandin û dengê kesî derneket.”
WEKE 'GUANTANAMOYA EWROPA TÊ BI NAVKIRIN.
Konseya Rêvebir ya KNK’ê wiha berdewam kir; “Ocalan, 13 sal û nîv in ku li Imralî rehînê dewletê ye û dîl hatiye girtin. Ji bo wî ne huquqa hundir, ne jî huquqa şer tê bikaranîn. Bi taybetî bêdenigya dewletên Rojava, erêniya vê kiryara taybet û faşîst e. Lewma girtrîgeha taybet ya Imrelî, ne ya Tirkiyê, weke girtîgeha 'Guantanamoya Ewropa tê bi navkirin.
KNK’ê diyar kir ku Ocalan ji bo bi milyonan gelê Kurd, ku nasnameya wan tê înkarkirin, wek îrade hatiye destnîşankirin û got; “Ocalan, ji Kurdan, ji bo alîgirên çareseriya aştiyane û demokratîk ve weke sembol, nûnerê aştiyê û jiyana hevreyî ya Kurdên li Tirkiyê tê qebûl kirin. Ocalan, di çareseriya pirsgirêka Kurd de, xwedî rola kilîdî ye. Tecrîda li dijî Ocalan, haqaret, êşkenceya li hemberî gele Kurd e û gelê kurd jî, bi hêrs û kîneke civakî tecrîdê bi nav dike û weke banga dewletê ya şer dinixîne.”
Konseya Rêveber a KNK’ê wiha pê de çû; “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 27ê tîrmeha 2011an û vir ve, yani saleke, 366 roj in ku bi malbata xwe û parêzerên xwe re nikare hevdîtinan bike. Derbarê tenduristî û jiyana wî de tu agahî nayên standin. Malbata wî û gelê Kurd teva di nava dilêş û gumanan de ye. Berdewam kirina vê rewşê, dikari rê li ber encamên ku telafîkirina wê zor be, vebike.
JI BO SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BANGEWAZÎ
Em bang li dewletên Ewropa, sazî û dezgehên pêwendîdar, bang li Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî dikin ku li dijî tecrîda giran ku salek dagirt de bêdengiya xwe xerab bikin. Pêwiste desteka xwe ya li pey vê êşkenceya derî insanî, derî exlaqî rakin û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.
Pêwiste werê zanîn ku gelê Kurd, vê tecrîda giran, êşkencê û esareta ku di huquq de, di rêbaz û exlaq de cihê wê nine, berdêlên wê çi dibe bile bibe qebûl nake.
Êdî em dixwazin ku esareta Birêz Ocalan, ku 13 sal û nîv li pey xwe hiştin, ji holê rabe û azad bibe. Em dixwazin bidin zanîn ku, heta Ocalan azad nebe, demokrasî û aştî jî çênabe û pêk naye.
Ev banga gelê Kurd, banga sazî û dezgehên azadiyê ye. Em bang li her kesî ku li hemberî nirxên mirovahiyê şiyar in û xwedî wijdan in dikin ku guh bidin vî dengî, li dijî vê zordestiyê, li dijî vê zilm û êşkencê dengê xwe bilind bikin.”