Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) biryara xespkirina Dêra Mor Gabriel ya ji aliyê Dadgeha Tirk ve şermezar kir û got; “Divê were zanîn ku, KNK wê bi her awayî, dibin her cûre şertan de mafê gelê Suryanî biparêze û piştgiriya parastina mal, maf, çand, ziman, nasname, pîrozî û nirxên gelê Suryanî bike.”
KNK’ê got; “Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê, careke din da xuyakirin ku, ew dijminê gelan e û di vê zihniyet tunekirina gelan de bi israr e. Ji bo dijminatiya gelan û pratîze kirina zihniyeta inkar û tunekirinê jî sînoran nas nake. Di nava 10 salên desthilatdariya AKPê de, eşkere bû ye ku, armanca wê jî ne aşitî, ne demokrasî, ne parastina çand, gel û baweriyên cûda ye.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê diyar kir ku dewleta AKP’ê, herî dawî zevî û daristanên Morgabriel xesp kirin û wiha domand; “Mor Gabriel, yanî Dêr Emer, wargeheke dînî ya gelê Suryanî ye û ligel gelê Suryanî weke Qutsa duyemîn tê naskirin.”
Daxuyaniya KNK’ê wiha didome; “Komara Tirkiyê, ji destpêkê û heta îro li hemberî Mor Gabriel serî li kiryarên kirêt û tunekirinê dide. Pêşî bi riya gundî û axayên tekildari dewletê xwestin ku zevî û daristanên Mor Gabriel xesp bikin, lê encam ne girtin. Piştî AKP bu desthilatdar, êrîşên li dijî Mor Gabriel dijwar bûn û ji bo xespkirina ayingeha gelê Suryanî, riyên cûda hatin ceribandin.
Herî dawî Wezareta Karên Daristan û Gundan, dest avête mijarê û zevî, daristan û malê Mor Gabriel xesp kirin. Mor Gabriel, ji sala 1935’an vir ve bac û bêşa van zevî û daristanan dide. Lê Dadageha Bilind ya Komara Tirkiyê bi biryareke siyasî, nokta dawî danî ser xesp kirina malê Manastira Gelê Suryanî.
Pêwiste were zanîn ku, biryara Dadgeha Bilind siyasî ye û berdewamkirina qirkirina gelê Suryanî ya salên 1915an e. Ev biryar jî bi tu rengî, bi tu awayî meşrû nabe. Hewldan û kiryara Wezareta Karên Gund û Daristanan jî zihniyeta inkar û tunekirinê ye û berdewama faşîzma hişk ya Îttîhad-Terakîyan e.
Êdî aşkere bûye ku, Dewleta AKPê bi vê zihniyeta faşîzan ya Îttîhad-Terakî tevdigere. Zihniyeta inkar û tunekirinê jî, bi kiryar û rêyên cûda dimeşîne. Geh faşîzma reş li kolanan dike pratîkê, geh riyên dadê bikar tîne û kiryarên xwe qaşo meşru dike. Baş tê zanîn ku qanunên Tirkiyeyê, nijadperestiya dagirkerî û zihniyeta yek-yekan diparêzin, hebûna gelan, kultur û baweriyên cûda qebûl nakin. Xesp kirina zevî û daristanên Mor Gabriel jî mînaka vê rastiyê ye.
Bi vê mebestê Biryara Dadgeha Bilind ya li dijî Mor Gabrielê siyasî ye û encama zihniyeta metîngeriya Tirkîtiyê ye. Ev biryar bi tu rengî û tu awayî meşrû nabe û nayê qebûl kirin.
Em weke KNK, biryara xespkirina zevî û daristanên Mor Gabriel-Dêr Emerê, siyasî dibînin û bi tundî şermezar dikin. Divê were zanîn ku, KNK wê bi her awayî, dibin her cûre şertan de mafê gelê Suryanî biparêze û piştgiriya parastina mal, maf, çand, ziman, nasname, pîrozî û nirxên gelê Suryanî bike.”