Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî Cemal Kavak bi bîr anî û ev tişt got: “Bi xemgîniyeke mezin, em agahdar bûn ku endamê me yê KNK’ê Cemal Kavak, dilsozê Têkoşîna Azadiya Kurd û lehengê pêşengê her çalekiya demokratîk, li Ewropayê, barê giran yê pemanberiyê ranegirt û dawî li jiyana xwe anî. Cemal Kavak, ji malbateke welatparêz bû û wî jî heta dawiya jiyana xwe, li welat û li Ewropayê jî, ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn kir, her dem û li her welatê Ewropayê li pêşiya gel bû, pêşengiya çalekiyên demokratîk dikir.”
KNK’ê destnîşan kir ku Cemal Kavak, li Kurdistanê, ji sedema têkoşîna li dijî faşîzma “Dewleta Tirk”, têkoşîna demokratîk bi dilsozî meşand, lê rastî êrîşên Dewleta Tirk hat û hate girtin. KNK’ê ev tişt got: “Demekê di girtîgehê de me, piştî ku serbest hate berdan jî têkoşîna xwe ya azadîxwaz, di çarçoveya demokretîk de domand. Lê hêzên kontra û çeteyên Dewleta Tirk ew tehdîd kirin û mecbur ma ku ji welat derbikeve.
Cemal Kavak, li Ewropayê jî têkoşîna li dijî faşîzmê domand û ji bo mafên xwezayî yên gelê kurd, di nava gelê kurd yê Ewropayê de cihê xwe girt. Lê di her çalekiya gelê kurd de, di rêza pêşî de cih girt û pêşengiya xwe ya civakî kir.”
KNK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Cemal Kavak, endamekî meyî çalak bû û dilsozê Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bû. Bi vê dilsozî û berpirsiyariyê, di her çalekiya gelê kurd de, li her welatê Ewropayê amde bû û di rêza pêşî de cihê xwe digirt. Lê Cemal Kavak ne tenê bi meşa xwe, bi sloganên xwe, bi axaftinên xwe yên watedar ku di her meşa û çalekiyê de diaixivî, zilm û zordestiya Dewleta Tirk dianî ziman û bêdengiya dewletên Ewropayê rexne dikir. Di her firsteê de bang li wujdanê raya giştî dikir.”
KNK’ê diyar kir ku Cemal Kavak, di têkoşîna li dijî “faşîzmê” de, bi fedekariya xwe, bi enerjiya xwe, bi zanebûn û pratîkê xwe ya di çalekiyan de, bi dilsozî û fedekariya xwe wek mînak dihate naskirin û wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Bi vê mebestê mirina wî ya bêwext, ji bo gelê kurd, ji bo têkoşîna azadîya gelê kurd û ji bo me jî, bû windahiyek mezin û em xemgîn kirin. Vê bûyera trajîk jî da xuya kirin ku Dewleta Tirk, di kiryarên hovane yên li dijî gelê kurd û welatparêzên kurd de sinoran nasnake û her dem dibe sedema şehadeta welatparên kurd. Lewma hevalê me Cemal Kavak, ne şehîdê pêşî ye û wê nebê yê dawî jî. Em weke Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) bi koçkirina Cemal Kavak ya bê wext gelekî xemgin bûn. Em ji malbata Cemal Kavak re, ji gelê kurd re û ji endamên Kongrê re sersaxiyê dixwazin.”