KNK'ê salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir

"Em bang dost û hevalên xwe yên cîhanê û raya giştî ya cîhanê dikin ku weke xwedî derketina Kobanê, xwedî li Şoreşa Rojava derkevin."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi peyamekê salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"Sibe dehemîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. 10 sal pêş niha, hêzên şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Kobanê gava yekemîn avêtin û bajar ji dagirkeriyê rizgar kirin. Peyre jî Dêrik, Efrîn û gav bi gav tevayê Rojavayê Kurdistanê hate rizgarkirin. Gava ku li Kobanê hate avêtin, gavekî dîrokî bû û di şoreşa Kurdistanê de bû gaveke zêrîn.

Em niha deh saliya şoreşê pêşwazî dikin. Di van deh salan de dîrokek ji agir hate nivîsandin. Di van deh salan de fedakariyek bêhempa hate nîşandan, di şexsiyeta lehengên şoreşa Kurdistanê de, qehremaniyek gelekî mezin derkete holê û bû destanek neteweyî û navneteweyî. Xwe rêxistinkirin û berxwedana keç û kur, jin û mêrên Kurdistanê, taybetî jî berxwedana Kobanê, li cîhanê deng veda û li seranserê cîhanê, bû bingeh û hêviyên avakirina civaka nûjen. Jin a Kurd di rola xwe ya Şoreşê de bû pêşeng û li cîhanê bû remza berxwedan û azadiyê.

Şerê mezin li hember DAÎŞ'ê û hêzên Selefî û parazvanê (hamiyê) hemiyan dewleta Tirk hate dayîn. Dewleta Tirk, hemî hevkarên xwe li hember Şoreşa Rojava sorkirin û dane êrîşkirin. Dema ku ev hêzên tarî serneketin, dewleta Tirk bi xwe êrîş kir û gelek deverên Rojava dagir kirin. Niha jî êrîş û tehdîtên dewleta Tirk ên li ser Rojava berdewamin, tehlîke û tehdîtên mezin ên li dijî Şoreşa Rojava, ji aliyê dewleta Tirk ve têne. Wezîfeya yekem ew e ku li hember êrîşên dewleta Tirk, Rojava bê parastin û deverên dagirkirî bêne azadkirin. Pêwîste hemû Kurdistanî vê rastiyê bibînin û li hember dewleta Tirk rawestin.

Ev şoreş bi bedelên mezin, bi xwîna deh hezaran leheng û şehîdan, gihişte 10 saliya xwe. Bi vê munasebetê, di şexsiyeta şehîdên Şoreşa Rojava de, em hemî şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Her wiha di serî de gaziyên şoreşê, dostên enternasyonal û hemî kesên di Şoreşa Rojava de ked dayî, ji hemiyan re sipasiyên xwe pêşkêş dikin û bi dilgermî silav dikin.

KNK, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşeke neteweyî û niştamanî dibîne, destketên Şoreşa Rojava desketên hemû Kurdistanê dibîne û diparêze. KNK, ji roja destpêkê û heta îro, bi hemû awayî pişgirî li Şoraşa Rojava kiriye û navdebûye û îro jî navdeye bi hemî awayî destek dike.

Di dehemîn salvegera Şoraşa Rojava de, em bang li hemî hêz, rêxistin û gelê Kurdistanê dikin ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin û biparêzên û dehemîn salvegerê bi coşeke mezin pîroz bikin. Her wiha em bang dost û hevalên xwe yên cîhanê û raya giştî ya cîhanê dikin ku weke xwedî derketina Kobanê, xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.

Bi vê munasebetê em carek din 10. Salvegera Şoreşa Rojava di serî de gelên Rojavayê Kurdistanê, dostên şoreşê û hemî gelê Kurdistanê pîroz dikin û silav dikin."