KNK’ê, ji bo têkoşînê bang li Kurdên Şam û Helebê kir

KNK’ê, ji bo têkoşînê bang li Kurdên Şam û Helebê kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî şoreşa gelê kurd ya li Sûriyeyê silav kir. KNK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê kurdên li derveyî herêmê, yên li Şam û Helebê jî bi dilsozî tevlî nava refên gelê xwe bibin û pêvajoya, “Sûriyeke Demokratîk û Kurdistana Xweser” ava bikin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) diyar kir ku di vê pêvajoya dîrokî û dizaynkirina nû ya Rojhilatê Navîn de, gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê gavên dîrokî avêtin û ev tişt got: “Bêguman ev gavên dîrokî, piştî têkoşîna gel ya bi deh salan û berdêlên giranbiha pêk hatin. Lewma destkefiyên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê dîrokî ne û pêwiste werin parastin.” KNK diyar kir ku ew weke KNK, gelê Rojavayê Kurdistanê û destketiyên wan bi dilsozî destek dikin û bang li tevahiya hêzên Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku gelê Rojavayê Kurdistanê destek bikin.

KNK di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo serkefinek mayînde û rewşeke demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, pêwiste gelê kurd, bi gelên wek suryanî-keldanî, ermenî, dreb û hwd. re têkildar be û havkariyê bike. KNK destnîşan kir ku pêwiste ev gel jî ligel gelê kurd cih bigirin û di têkoşîna jiyanek hevreyî û azad de têkoşînê bikin. KNK ev tişt got: “Îro dibin pêşengiya gelê kurd de, zincîr û leleyên koletiyê têne şikandin û rewşeke demokratîk û azad tê bidestxistin. Lewma pêdivî bi hevkariyek pir hêlî heye. Îradeyek siyasî û bi hêz û rewşeke demokratîk jî, dikare li ser bingeha hevkariyek dilsoz û demokratîk werê ava kirin.”

KNK bal kişand li ser destpekftiyên li Rojavayê Kurdistanê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwiste werê zanîn ku dijminên kronîk yên gelê kurd û Kurdistanê, pûtperestiya netewparêziyek hişk dikin û li dijî gelên li Kurdistanê teva şer dikin. Mixabin hinek hêzên li Sûriyeyê jî, dikevine davika dijmin. Êrîşên li dijî gelên Rojava jî, bi vî rengî û li dijî tevahiya gelên herêmê têne kirin. Herî dawî Dewleta Tirk ku putperestiya tirkitiyê dike, bi ragihandin û nûçeyên derew dixwaze têkoşîna gelên li Rojavayê Kurdistanê reş bike û bingeha dagirkirina herêmê amade bike. Divê gelê kurd û gelên din yên li Rojavayê Kurdistanê, vê rastiyê bibînin û li dijî dagirkeriya hêzên putperest, li dijî hêzên faşîstên hundir, ligel gelê kurd cihê xwe bigirin.”

KNK diyar kir ku divê were zanîn ku gelê kurd jî, gelên din jî hîna di destpêkê de ne, riya serkefinê hatiye bidestxistin û dînamîkên şoreşger di vê riyê de meşa xwe ya gihiştina azadî û aştiya mayînde berdewam dikin û ev tişt lê hat zêde kirin: “Di vê riya serketinî de, pêwîste gelê me zanibe ku rêveberiyeke adîl, wekhev û azad, bi beşdariya gelên din yên herêmê re û kontrola şoreşger, îradeya xwe mayînde bibe.”

KNK herî dawî diyar kir ku ew wekî KNKê, careke din bang li gelê kurd û gelê din yên li herêmê dikin ku, beşdarî rêvebiriyên bajaran bibin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ciwanên gelên cûda jî bi ciwanên gelê kurd re, di parastina rewa ya destkefiyan de, aktîf cihê xwe bigirin. Dîsa kurdên li derveyî herêmê, yên li Şam û Helebê jî bi dilsozî tevlî nava refên gelê xwe bibin û pêvajoya, “Sûriyeke Demokratîk û Kurdistana Xweser” destek bikin. Pêwiste her kurd, her sazî li gorî peymana navbera kurdan haraket bike û gelên din jî tevlî yekîtiya xwe bikin.”