KNK’ê ji bo Antonîo Negrî peyama sersaxiyê weşand

KNK’ê ji bo Fîlozof Antonîo (Tonî) Negrî peyama sersaxiyê weşand.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Me bi xemgîniyeke mezin zanî ku Fîlosoz Antonîo (Tonî) Negrî duh bi şev li Parîsê wefat kiriye. Em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin:

“Tonî Negrî dostekî nêz ê gelê Kurd bû û her tim ji bo pêşveçûna doza Tevgera Azadiya Kurdistanê amade bû ku tişta her tişta pêwîst pêk bîne.

Negrî yek ji fîlozofên herî mezin a sedsala borî û vê sedsalê bû. Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pir dixwend. Ocalan weke ‘Antonîo Gramsci’yê xaka xwe’ û weke ‘ji her kesê li cîhanê re mînak e’ pênase kir.

Kurd û gelek kesên li her çar aliyê cîhanê, wê pir xerîbiya Tonî Negrî bikin.

Car din em ji malbat, hevrê û dostên wî re sersaxiyê dixwazin.”