Konseya Rêveber a KNK’ê der barê faşîzma dewleta AKP’ê ku di 14’ê Tîrmehê de, car din rûyê xwe yê reş nîşan da de daxuyaniyek da û diyar kir ku AKP’ê kîna li hemberî gelê Kurd li kolanên Amedê vereşiya.
KNK’ê da zanîn ku gelê Kurd ji bo mafê xwe yê demokratîk, li Amedê xwest mitingekê lidarbixe, lê rejîma AKP’ê, bi hêza xwe ya bê pîvan êrîşî Kurdan kir û teror meşand. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Dewleta AKP’ê, li hemberî çavên cîhanê, faşîzma kolanan kire pratîkê. Parlamenter, şaredar, zarok, jin, mêr, ciwan û kal tev hedef girtin. Êrîşa polîsan plankirî bû, parlamenter û şaredar jî hedef hatin girtin. Pirranî parlamenterên jin hedef hatin girtin û di encama êrîşên bê perwa yên polîsên AKP’ê de, bi sedan birîndar û bi sedan girtiyên binçavan hene.Em ji birîndaran re sihatê dixwazin û êrîşa faşîzan ya dewleta AKP’ê û terora polîsên AKP’ê bi tundî şermezar dikin. “
AKP ÇARESERIYÊ DI TUNEKIRINÊ DE DIBÎNE
KNK’ê balkişandin ser terora ku AKP dimeşîne û wiha hate gotin: “ Balkêş e ku rayedarên desthilatdariya AKP’ê û dewletê, ‘îtîbara dewletê’ derdixin pêş û dixwazin êrîşa faşîzan û terora polîsan ya li kolanên Amedê mafdar derbixin. Îtîbara dewletan bi parastina demokrasî û birêziya li hemberî îrade û daxwazên gel tê pîvan. Lê xuya dike ku dewleta AKP’ê, demokrasî, hiqûq û mafan di zihniyeta yek-yekan de, di dijminahiya gelê Kurd de dibîne. Her ku diçe serokwezîr Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKP’ê, li Tirkiyê, sîstemeke diktatoriyal saz dike û diktatoriya xwe jî di êrîşên li dijî gelê Kurd û îtîbara dewletê de vedişêre. Êdî derkete holê ku, dewleta AKP’ê, li Tirkiyê demokrasiyê saznake û pirgirêjka Kurd jî çareser nake. Dewleta AKP’ê, çareseriyê, di tunekirina gelê kurd de, di şikandina îradeya gelê kurd de dibîne.”
Di berdewamiya daxuyaniyê hate ragîhandin ku di 14’ê tîrmehê de, hate xuya kirin ku dewleta AKP’ê, îradeya gel nas nake, kanun û huquq, demokrasî nasnake û zihniyeta qedexekar jî terk nake û wiha pê de çû: “ Ev zihniyeta dijminatî û kîndariya li dijî gelê kurd e û bi hêza bê pîvan dikin pratîkê. Êdî cûdatiya salên 1925, 1938 û salên 1992’an nemaye. Cudatiya Îsmet Înonu û Tayyip Erdogan, cûdatiya Tansu Çîller û Tayyip Erdogan tenê navê wan e, kiryar û zihniyet yek e û di pirsgirêka Kurd de, faşîzma li kolanan e, bikaranîna çekên kimyewî û qirkirin e. Pêwiste werê zanîn ku gelê kurd jî wê li dijî faşîzma reş tedbîrên xwe bistîne û xwe biparêze. Gelê kurd di 14ê Tîrmehê de mafê xwe yê demokratîk û meşrû bikaranî, wê dîsa kar bîni.”
ZIHNIYETA AKP YA ÎNKARÊ YE
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke KNK’ê, êrîşên li dijî gel kurd wek faşîzma reş û terora dewletê bi nav dikin û bi tundî şermezar dikin. Pêwiste her Kurd, her tirk û her mirovên ji gelê din, her demokrat, her çepgir û her mirovê xwedî vijdan, rûyê reş yê dewleta AKP’ê bibîne û nas bike. Zihniyeta dewleta AKP’ê ya înkarê, li dijî tevahiya gelên li Tirkiyê ye û li dijî demokrasî ye. Di vê pêvajoya dîrokî ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibê de, pêwiste gelê Kurd û hêzên siyasî teva, rewşê bibînin û fêm bikin, ku azadiya gelê kurd, xwedî derketina li îrade, nasname, nirx û pîroziyan yekîtiya Neteweyî ye. Em weke KNKê, bang li keêsn ku xwe kurd dibînin û li dora desthilatdariya AKP’ê kom dibin, careke din rewşa xwe dibin çavan re derbas bikin û nebin hevkarê faşîzma reş û qirkirina li dijî gelê Kurd.”