Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Remezanê, pîroz kir.
KNK’ê di peyama xwe de destnîşan kir ku cejna îsa lî wekî salên derbasbûyî di nava tevgerek dijwar û tevlîheviyek siyasî de derbas bûye û ev tişt got: “Mixabin, dewletên ku xwe pêşengên ola îslamî dibînin, weke Tirkiyeyê û hwd., tevlîhevî û nakokiya navbera gelên misilman dijwar kirin, şerê navbera wan jî berfireh kirin. Hêvî ew bû ku ev dewletên weke pêşeng û lîderên cîhana îslamî derdikevine pêş, şerê navbera gelên misilman, agirê dojehî yên navbera mezheban bitefînin û nakokiyên navbera civakên misilman ji holê rakin, li dijî desthilatdariyên zordest, li dijî satuyê klasîk ya înkara gelan û civakan, derbikevin, li gorî baweriya ola îslamî ya xêrxwaz, biratî û wekheviyê bixwazin, aştiyê sazkar bikin.”
KNK’ê diyar kir ku divê di nava gelan de, di nava baweriyên cûda de jiyanek hevpar ya dilsoziya biratî û wekheviyê pêkwere û ev tişt anî ziman: “Lê mixabin, van dewlet û desthilatdariyan, fitne, fesadî û gelacî kirin û dikin. Ew bi xwe bûne hêzên dagirker, di nava baweriyên cûda de bûne hêzên kujer. Di heman demê de, wek maşika destê hêzên bazirgan û hêzên sermayedar jî tevgeriyan.”
KNK’ê, bang li gelên misilman teva kir ku li dijî hêzên bazirgan, desthilatdariyên statukoparêz, di nava yekitiyek dilsozî de dengê xwe bilind bikin û ev tişt got: “Baş tê zanîn ku misilmantî, ji gelek baweriyên cûda, weke mezheb pêk tê, li riya wan teva yek e û digihe cem Yezdanê Mezin. Pêwiste tevahiya gelên misilman, ji kîjan baweriyê dibin bila bibin, li dijî desthilatdariyên statukoparêz, otorîter û parêzvanê yek ziman, yek al, yek dewlet, yek netew, yek baweriyê, dengê xwe bi hev re û di nava yekitiyek dilsoz de bilind bikin.”
KNK’ê herî dawî ev tişt got: “Bi hêviya aştiyek mayinde, wekheviya biratî û dilsoziya jiyanek hevpar ya cîhana îslamî û gelên li Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn, em cejna gelê kurd û tevahiya cîhana îslamî pîroz dikin.