Kişanak: Qedexeya Walî me eleqeder nake

Kişanak: Qedexeya Walî me eleqeder nake

Amadekariyên mitînga "Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk" 14'ê Tîrmehê li qada ÎStasyona Amedê dê bê lidar xistin li Sêrt, Edene, Êlih û Mêrdînê dewam dikin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak got; "Biryara qedexekirina mitîngê me eleqeder nake. Di 14'yê Tîrmehê de em dê li qada Îstasyonê mafê xwe yê demokratîk û daxwazên xwe yên riya çareseriyê biqêrin."

SÊRT

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li Sêrtê serdanên xwe yên di çarçoveya amadekariyên mitîngê de berdewam dike. Kişanak piştî ku malbat ziyaret kirin bi Hevserokê BDP'a Sêrtê Seracettîn Kayran re tevlî civîna gel ya Misircê bû. Kişanak di civînê de axivî û operasyonên siyasî û leşkerî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Kişanak diyar kir ku dixwazin hêza gel ya birêxistinkirî belav bikin û got; "Dewlet nêzî înşîakirina demokrasî û aştiyê nabe. Hikûmeta AKP'ê jî temenê wê dirêj dike. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan sûcê mirovahiyê ye. Lê tevî vê yekê jî gelê me di her firsendê de bi berxwedanê xwedî li nirxên xwe derdikeve."

'BIRYARA WALÎ ME ELEQEDER NAKE'

Kişanak destnîşan kir ku li çar aliyên Kurdistanê xebatên amadekariyên mitînga 14'ê Tîrmehê li Amedê dê bê lidar xistin berdewam dikin û wiha axivî: "Walîtî biryar dide, nade me qet eleqeder nake. Em dê di 14'ê Tîrmehê de li qada Îstasyonê mafê xwe yê demokratîk û rewa bikar bînin û daxwazên xwe yên riya çareseriyê vedike dê biqîrin..

ÊLIH

Rêxistina BDP'A Êlihê jî li parka Mele Evdilê Tîmokî şahiya gel lidar xist. Endamê meclîsa partiya BDP'ê Osman Ergîn û Omer Aşkara Cîgira Serokê BDP'a Êlihê Ayşe Agilgat, Cîgirê Şaredar Serhat Temel jî di nav de bi sedan kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiya ku bê navber "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" hatin berzkirin de hûnermend Maruf Alan derket ser dikeyê û bi klamên xwe demên hestiyar dan jiyîn. Endamê meclîsa BDP'ê Osman Ergîn di şahiyê de axivî û banga tevlîbûna mitînga 14'ê Tîrmehê li gel kir. Ergîn xwest ku biryara qedexekirinê ji nû ve bê nirxandin û anî ziman ku biryara qedexekirina mitîngê dê Tirkiyeyê ber bi aloziyeke mezin ve bibe. Piştî axaftinan Koma Çiya derket ser dikeyê û heta saetên dereng stran strîn.

DÊRÎKA ÇIYAYÊ MAZÎ

Rêxistina Dêrika Çiyayê Maziyê li taxa Dagê civîna gel lidar xist. Cîgirê Serokê BDP'a Dêrikê Mahmut Mercen di civînê de axivî û bal kişand li ser girîngiya mitînda 14'yê Tîrmehê. Mercen got; "Hikûmeta AKP'ê ku hewl didin mitîna 14'yê Tîrmehê asteng bikin, ji vîna gelê kurd û rêxistina wê ditirsin. Mitînga 14'yê Tîrmehê mitînga li dijî êxsîriyê azadî, li dijî tunekirinê birêxistinkirî û li dijî bêvînhiştinê jî vîneke xurt îfade dike. Lewma em banga tevlîbûna mitîngê li hemû gelê xwe dikin."

EDENE

Rêxistina BDP'a Edeneyê jî xebatên xwe yên amadekariya mitîngê dewam dike. Di çarçoveya amadekariyan de li taxên Denîzlî, Kuçukdîkîlî û Dumlupinarê civînên gel hatin lidar xistin. Gelek kes tevlî civînê bûn. Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak di civînan de axivîn û gotina Serokwezîr Erdogan a wekî; "34 welatiyên li Roboskiyê terorîst in' bibîr xist. Bayrak anî ziman ku Serokwezîr Erdogan hisaba komkujiyê nedaye û destnîşan kir ku di 14'ê Tîrmehê de ew dê li Amedê bin.