Kişanak: Doz qasî siyasî ye ew qasî jî dij hiqûqî ye

Kişanak: Doz qasî siyasî ye ew qasî jî dij hiqûqî ye

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şopand. Kişanak diyar kir ku, doz qasî siyasî ye ew qasî jî dij hiqûqî ye û got; "Divê hemû parêzer derve bin û ev darizandin bê rawestandin. Di saloneke wisa de rûniştin tê dîtin ku mirov nikare bêhn bide û bistîne."

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr piştî rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şopandin di derketina edliyeyê de daxuyanî dan. Baydemîr got; "Edalet di nav civakê de xwedî mîsyona aştiyê ye. Heke edalet bibe copê îxtîdarê wê demê li hemberî edaletê bawerî namîne. Yên edaletê wekî copa xwe dibînin dê teqez rojekê bên darizandin. Hêviya me ew e ku wicdan bikevin nava tevgerê."

'DIVÊ PARÊZER LI DERVE BIN'

Gultan Kişanak jî diiyar kir ku doz qasî siyasî ye ew qasî jî derveyî hiqûqê ye û wiha axivî: "Divê hemû parêzer derve bin û ev darizandin bê rawestandin. Di saloneke wisa de rûniştin tê dîtin ku mirov nikare bêhn bide û bistîne."