Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak da diyarkirin ku, dikarin weke pêngavek erênî ya di çareserkirina pirsgirêka Kurd de parêzerên Kurd yên girtî îro berdin.
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Parlementerê Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu, Hevseroka KCD Aysel Tûglûk û li gel rêveberên BDP’ê ji bo doza parêzerên Kurd têne darezandin bişopînin hatin Edliyeya Çaglayanê.
Kişanak ku li ber Edliyeyê daxuyaniyek da û aşkera kir ku, ev doz ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd xwedî rolekî krîtîk û girînge. Kişanak bilêv kir ku, “Hemû parêzerên Kurd yên girtî ji ber ku Birêz Abdullah Ocalan yê ku gelê Kurd weke rêberê xwe û vîna xwe ya siyasî pejirandiye diparêzin têne darezandin.”
Kişanak destnîşan dike ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev nêzî salekê ye rastî tecrîdekî dij mirovatiyê tê û wiha got: “ pêwîste demil dest dawî li vê tecrîdê bînin, ji bo Birêz Ocalan bikare muzakereyan birêve bibe, rolê xwe yê ku civakê û me hemûyan ber bi aştiyekê ve bibe bileyîze şert û mercên azad de bête bicihkirin. Îro di vê rûniştinê de dikarin di vê rê de pêngava yekem biavêjin. Îro dikarin parêzeran berdin û di vê mijarê de pêngavek pozîtîv biavêjin.”
Kişanak û parlementerên li gel, ji bo dozê bişopînin hatin edliyeyê.