Kişanak: Têkoşîna ji bo demokrasiyê bêyî rabûna li ber tecrîdê nayê meşandin

Siyasetmedara Kurd a dîlgirtî Gultan Kişanak destnîşan kir, ku têkoşîneke demokrasiyê û siyaseta demokratîk a yekbûyî bi rabûna li ber tecrîdê dibe.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyûm li şûna wê hate danîn û 31'ê Cotmeha 2016'an hate girtin, tevî ku dema girtîmayinê ya herî zêde ya 7 salan di 25'ê Cotmehê de qediya ye, nayê berdan. Kişanak a dîlgirtî bersiv da pirsên ANF'ê.

Gultan Kişanak bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê destpê kir û li hemû girtîgehan belav bû û diyar kir ku di zêdebûna vê polîtîkaya tecrîdê de bêdengiya li hemberî zextên li ser siyaseta Kurd xwedî roleke mezin e. Kişanak got, "Dema ku siyaseta Kurd a demokratîk weke 'terorîst' hate ragihandin, dema nû nûnerên gel ên hatin hilbijartin hatin girtin, dema ku qeyûm li şaredariyan hate danîn û karên ji bo aştiyê weke sûc hate nîşandan, dema ku pîvanên hiqûqê li Îmraliyê hatin betalkirin û gelek bêhiqûqiyên mîna wan hatin kirin, ji ber ku îtiraz nehate kirin bêhiqûqî berfireh bû ku dor li tevahiya muxalefetê hatiye girtin. Girtîgeh mîna eynika welatekî ye. Li welatekî eger pirsgirêka demokrasî û azadiyê hebe hingî li girtîgehan jî girtiyên siyasî hene. Li welatekî eger pirsgirêka aştiya civakî û cihêkarî hebe hingî li girtîgehan jî li hemberî tundî û cihêkariyê têkoşer hene ku li ber xwe didin."

'BÊYÎ RABÛNA LI BER TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ NABE'

Kişanak destnîşan kir, ku bêyî rabûna li ber polîtîkaya tecrîda li ser Îmraliyê têkoşîneke yekbûyî ya demokrasiyê nikare bê meşandin û got, "Ji ber ku li hemberî tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê têkoşîneke bi têrkerî nayê meşandin îro li çar aliyên welêt girtîgehên bi tîpên S û Y ên xwe dispêrin sîstema hucreyên yek kesî têne avakirin. Cezayên 'girtina heta bi hetayê ya girankirî' tê dayin ku di vî cezayî de demek ji bo berdanê nîne, girtî heta bi hetayê dikare di hucreyekê de bê hiştin. Tevî ku di raporên CPT de gelek caran hate ragihandin ku ev pêkanîn 'mafê hêviyê tune dike' û bêyî diyarkirina dema berdanê nabe ku cezayek bê dayin, di vê pêkanînê de israr dikin. Girtiyên nexweş li girtîgehê ji bo mirinê têne hiştin. Girtiyên siyasî tevî ku dema ceza diqede jî nayên berdan. Bi hincetên vala nayên berdan. Berdana girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn qediya ye, bi biryara desteya çavdêriyê ya girtîgehê tê astengkirin."

Kişanak anî ziman ku wateyeke nîqaşên li ser efûyê nîne, desthilatdariyê mafên mirovan û hiqûq betal kiriye û got, "Desthilatdarî ji bo muxalefeta civakî bêdeng bike, bernameyeke yekgirtî dimeşîne. Tecrîda li Îmraliyê jî parçeyek ji vê bernameyê ye. Di dewleta hiqûqê de mirovek nabe ku bi salan nikaribe malbat û parêzerên xwe bibîne. Îzaheke hiqûqî ya vê yekê nîne. Qedexekirina hevdîtinê bi bahaneyên 'keştî xerabe ye', 'cezayê dîsîplînê' ya bi salan, kêfiyet e. Heta ku bang li desthilatdariyê neyê kirin ku li Girtîgeha Îmraliyê qet nebe li gorî qanûnên heyî tevbigere, têkoşîneke demokrasiyê ya hevgirtî nikare bê meşandin."

'RÎSKA QEYÛM LI SER HEMÛ ŞAREDARIYÊN MUXALÎF HEYE'

Kişanak bal kişand ser kiryarên qeyûm ku bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî re jinûve bû mijara nîqaşê û got, heta ku qanûna erkê dide desthilatdariya siyasî ji bo qeyûm li şaredariyan bi cih bike di meriyetê de be, ti şaredariyeke partiyên muxalîf wê ewle nebe.