'Kiryarên li Îmraliyê veguheriye amûreke zordariyê ya siyasî'

Her serlêdanên parêzeran ên ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hinceta cezayê dîsîplînê têne redkirin. Hevseroka ÎHD'ê Şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî got, kiryarên li Îmraliyê veguherîne amûreke zordariyê ya siyasî.

Li gel Meşa Gemlîkê û daxwazên parêzeran ên ji bo çûyîna Îmraliyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi rengekî şidandî dewam dike.

Qedexe û cezayên dîsîplînê yên li Îmraliyê radixin pêş çavan ku tecrîd êdî mîna amûrekê bi rêk û pêk tê bikaranîn. Axaftina herî dawî ya bi Abdullah Ocalan re hate kirin, di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê ji aliyê birayê wî Mehmet Ocalan ve hate kirin. Hevdîtina herî dawî ya parêzeran jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hatibû.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 22'ê Mijdara 2021'ê dema ku ji bo dîtina Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan, hîn bûn ku di 12'ê Cotmeha 2021'ê de Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina parêzeran biriye. Piştî ku ev ceza di Nîsana 2022'an de bi dawî bû, parêzer hîn bû ku vê carê di 13'ê Nîsanê de ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan hatiye birîn.

Di nava vê salê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî biryara 'mafê hêviyê' ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo Abdullah Ocalan, agahî ji Tirkiyeyê xwest. Ji Tirkiyeyê hate xwestin ku van agahiyan heta Îlona 2022'an pêşkêş bike.

CIHÊKARÎ FERMÎ KIRIN

Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî cezayên dîsîplînê û bêdengiya saziyên navneteweyî yên mîna CPT ji ANF'ê re nirxand. Yolerî anî ziman ku li ser kiryarên kêfî ji gelek girtîgehan serî li wan têne dayin û destnîşan kir ku mînaka herî girîng a vê yekê li Îmraliyê diqewime: "Gelek serlêdan li me têne kirin ku nîşan didin, nêzîkatî û pêkanînên li girtîgehan bi yekrengî nînin, li gorî girtîgehan û girtiyan têne guhertin. Bêguman em hemû zanin ku têkildarî tecrîd û kiryara înfazê mînaka herî girîng mînaka li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye. Li wê derê pêkanîn û nêzîkatî li gorî şexs e û bi taybetî ye. Li ser kiryarên li vê girtîgehê hin guhertinên qanûnî jî hatin kirin û ev cihêkarî bi vî rengî hate fermîkirin."

HER KU POLÎTÎKA TÊ GUHERTIN, TECRÎD JÎ TÊ ŞIDANDIN

Yolerî destnîşan kir ku kiryarên li Îmraliyê teqez bi armancên siyasî têne kirin û wiha dewam kir, "Mafê girtiyan hemûyan heye ku malbat, parêzer û xizmên xwe bibînin. Ev yek mafekî destûra bingehînî ye û di peymanên navneteweyî de jî tê destnîşankirin. Lê belê em zanin ku kiryarên li girtîgeha Îmraliyê heta niha bi temamî bi armancên siyasî têne kirin. Siyaseta li welêt a serwer, dema ku di mijara Kurdan de bi rêbazên aştiyane tevdigere, hingî hevdîtinên li Îmraliyê jî hinekî bi normalî çêdibin. Lê belê dûrî aştiyane gava ku bi polîtîkayên şer tevdigere, hingî tecrîda li Îmraliyê hîn bêhtir giran dibe. Bicihanîna ceza nabe ku bibe mijarek ji bo siyasetê. Ji ber ku kesek dema mehkûm dibe, hingî di statuya hikumxwar de ye. Statuya hikumxwariyê jî yek e, lewma bicihanîna vî cezayî jî divê yek be.

Eger li girtîgehên din rê ji hevdîtina bi malbatê re tê dayin, divê li Îmraliyê jî bi heman rengî be. Li girtîgehên din eger parêzer karin hevdîtinê bikin, li Îmraliyê jî divê heman tişt bê kirin. Ji bo mafên çandî yan jî civakî jî mirov dikare heman tiştan bibêjin. Lewma divê mirov careke din destnîşan bikin ku kiryarên li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê li dijî hiqûqê û li dijî mafên mirovan e."

CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ TECRÎDÊ DIKE AMÛREK

Seroka ÎHD Şaxê Stenbolê Yolerî anî ziman, hem li Îmraliyê hem jî li gelek girtîgehên din cezayên dîsîplînê ji bo gelek girtiyan mijareke girîng e û wiha dewam kir, "Gelek kiryarên mîna; bi rêya cezayê dîsîplînê astengkirina hin mafan, pêşîgirtina li berdana bi şert û astengkirina berdanê timî dikevin rojevê. Em gelekî zêde dibînin ku cezayên dîsîplînê hem kiryarek ji bo astengkirina azadiya mirovan e hem jî tecrîd bûye mîna amûrekê gelek caran bi hincetên kêfî têne ferzkirin.

Bêguman têkoşîna hiqûqî ya li dijî vê yekê gelekî girîng e. Lewma girîng e raya giştî rastiya meseleyê hîn bibe. Pêwîstî pê heye ku hem têkoşîna hiqûqî hem jî têkoşîna civakî ji vî alî ve bêhtir bê xurtkirin."

CPT JÎ DÛRÎ SIYASETÊ NÎNE

Gulseren Yolerî li ser bêdengiya saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, bi taybetî jî CPT a têkildarî rewşa li Îmraliyê nirxandineke wiha kir: "Bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî mîna CPT, ku li dijî êşkenceyê weke mekanîzmayeke navneteweyî hatiye avakirin, rewşeke nû nîne. Em şahidê wê yekê ye ku CPT bi salan e helwesta pêwîst nîşan nade yan jî rêxistinên din ên mafên mirovan li hemberî êşkenceyê bêdeng in.

Di vê mijarê de jî dibe ku mirov bala xwe bidin ser hêzên ku ev mekanîzma ava kirine. Ji ber ku ev mekanîzma bi giranî weke encameke hin rêxistiniyên dewletan têne avakirin. Li cîhana global ku siyaset lê tûj bûye, krîza aborî jî di nav de hemû bandorê li hev dikin. Ji bo parastina berjewendiyên wî welatî, em dibînin ku saziyên bi vî rengî weke amûrek ji vê bazariyê têne bikaranîn û têne bêbandorkirin.

Bêdengkirina CPT a di vê mijarê de pêwendiya xwe bi pîvanên wê yên kar heye. Ji ber ku dema li welatekî têkildarî bûyerekê raporê amade dike, bêyî erêkirina wî welatî raporê eşkere nake. Lewma divê dewleta Tirkiyeyê destûrê bide ku ev rapor bê eşkerekirin. Yanî ev jî parçeyek ji siyasetê ye. Eger em karibin li ber newekhevî, êşkence û tecrîdê bi têrkerî rabin û ji jêr ber bi zor ve zextekê çêbikin, ez bawerim ku CPT jî saziyên din ên dewletê jî wê bikevin nava pozîsyoneke cudatir."